01:11 24 Mijdar 2017
Zindî
    Kobnvoya Pêşmergeyan diçe ber bi Xazirê

    Di navbera Hêzên Pêşmerge û Heşdî Şeibî de şerekî giran derket

    © AP Photo/ Bram Janssen
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 53240

    Hat ragihandin ku endamên Heşdî Şeibî dest bi topbarandina sengerên Hêzên Pêşmergeyan kir, ku pêşda biçin lê pêşmergeyan demildest bersiv da wan û dest bi topbarana Heşdî Şeibî kir.

    Peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê li Hewlêrê ji çavkaniyekî pêşmergeyan ragihand ku Heşdî Şeibî li navçeya Pirdê ya di navbera Hewlêr û Kerkûkê de dest bi topbarana sengerên Hêzên Pêşmerge kir, ku pêşde biçe lê Hêzên Pêşmerge di heman demê de bi heman awayî bersiv da wan. Hat destnîşankirin ku niha şerekî giran heye li herêmê.

    Heman çavkanî anî ziman ku Heşdî Şeibî hewl daye ku ber bi aliyê Hewlêrê ve pêşde biçe lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan da û rê li pêş wan girtine û got, "Me derbeyeke mezin li Heşdî Şeibî da û niha rewşa li herêmê aram e û ti pevçûn û şer tune ye."

    Herwisa hat diyarkirin ku koma Heşdî Şeibî ya ku îro ber bi bajaroka Teqteqê ya bi ser navçeya Koyê ve çûbûn, ji bajarokê vegirayaye.

    Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) ragihandibû ku Heşdî Şeibî bi tank û Hummerên artêşa Iraqê nêzîkî bajaroka Teqteqê bûye û hêzeke Iraqî û pasdarên Îranê jî hatine nêzîkî navçeya Koyê.

    Bi heman mijarî:

    Malikî: Bi alikariya Qasim Silêmanî û aliyekî YNKê em ketin Kerkûkê
    Xelîlzad: Eger Kerkûkê li berxwe bidana wê nêrîna Amerîkayê guherîbûna
    Helgurd Hîkmet: Bi sedan termên Heşda Şeibî bo Kerkûkê hatin şandin
    Erşad Salihî: Bila parêzgarê nû yê Kerkûkê Tirkmenî be
    Serokê Encûmena Kerkûkê: Heşdî Şeibî dest daniye ser mala min
    'Ti hêz nikare biryarên meclîsa Kerkûkê hilweşîne'
    Etîketan:
    şer, Heşdî Şeibî, Hêzên Pêşmerge, Hewlêr, Kerkûk, Pirdê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de