16:09 23 Mijdar 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge li Başikayê

    Pêşmerge bersiv da îdiayên artêşa Iraqê

    © Sputnik/ HİKMET DURGUN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 136 0 0

    Fermandariya Bereya Rojavayê Kerkûk-Pirdê ya Hêzên Pêşmerge bi daxuyaniyeke niviskî bersiva îdiayên Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Artêşa Iraqê da, ku di wan îdiayan de dihat gotin ku li dijî wan çekên ‘Milan' hatine bikaranîn.

    Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Artêşa Iraqê îdia kiribû ku hêzên biyanî li Pirdê hebûn û di şerê li wê derê de çekên ‘Milan' hatine bikaranîn. Fermandariya Bereya Rojavayê Kerkûk-Pirdê ya Hêzên Pêşmerge bi daxuyaniyeke niviskî ev îdiayên artêşa Iraqê red kir û got, "Em tohmeta bikaranîna çekên Mîlan red dikin, lê em dipirsin, gelo milîsên Heşda Şeibî, tanka Abrams û T72 û Hammer û çekên din ên pêşketî, çawa bidest xistine û bi çi mafî ew çek li dijî gelê Kurdistanê bi kar anîn?"

    Fermandariya Pêşmergeyan di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku, beriya êrîşa Heşdî Şeibî, Pirdê bajarokekî aram û cihê pêkvejiyana Kurd û Tirkmenan bû û got, "Bi ti awayî ji bilî saziyên fermî, hîç hêzek li wir tune bû û gotinên dibêjin hêzên biyanî li wir bûn, derew in."

    Herwis hat diyarkirin ku di şerê Pirdê de gelek endamên Heşdî Şeibî hatine kuştin û hat gotin, "Têkşikestina wê hêzê nikare were veşartin û nabe ku têxin stûyê hêzeke din a Iraqî." Fermandariya derbirî ku Hêzên Pêşmerge amade ne ku berevaniya Kurdistanê bikin û rê li ber her destdirêjiyeke bigirin.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Pêşmerge Kerkûkî: Em ê bi tundî bersiv bidin
    Rojnamevanek di şerê nav Pêşmerge û hêzên iraqê de birîndar bû
    Ji Fermandariya Giştî ya Pêşmerge daxuyaniya şerê Pirdeyê
    "Hêzên Pêşmerge tankeke amerîkî ya Hêzên Iraqê ruxand"
    Devera ku niha Pêşmerge û Hêzên Iraqê lê şer dikin, kû ye?
    Kerkûkî : Pêşmerge êrişa Heşda Şebî li Pirdê şikand û ew paşde birin
    Etîketan:
    îdia, bersiv, Fermandariya Bereya Rojavayê Kerkûk-Pirdê ya Hêzên Pêşmerge, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de