13:39 18 Kanûn 2017
Zindî
    Kurdistan - Kerkûk

    Xelîlzad: Eger Kerkûkê li berxwe bidana wê nêrîna Amerîkayê guherîbûna

    © REUTERS/ Ako Rasheed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad di axaftina xwe de ragihand ku eger Kerkûkê li berxwe bidana wê helwesta Amerîkayê guherîbûna.

    Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad di hevpeyvîneke taybet de got: "Raste helwesta Amerîkayê ya referanduma serxswebûnê ne bi dilê Kurdistanê bû, lê pêwendiyên Amerîkayê yên li gel kurdan pir baş in. Tişta li Kerkûk û navçeyên din çêbû, rewşeke tevlîhev bû."

    Zalmay Xelîlzad di berdewamiya axaftina xwe de got: "Iraqê çiqas bixwasta jî ez bawer nakim, kurdan bihişta hêzên iraqî herin nav axa Kurdistanê. Lê hinek aliyên kurdî li gel wan hemahengî kiribûn. Eger li Kerkûkê Pêşmerge paşde venekişîbûna û bersiv dabûna, dê helwesta Amerîkayê jî bihata guhertin û hewla sekinandina şer û destpêkirina danûstandinan kiriba."

    Bi heman mijarî:

    Berpirsê îranî: Nabe Kerkûk di destê dijminan de be
    NY di derbarê bûyerên li Kerkûk û Xurmatûyê de daxuyaniyek belav kir
    Rûsya: Dibe şer û pevçûn li Kerkûk û derdora wê dewam bike
    Kerkûk çawa hate kirîn?
    ‘Îro Kerkûk sibê hemû Kurdistan e'
    Nûnerê PDKê: Dibe Kerkûk ji nû ve were standin
    Etîketan:
    Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê, Zalmay Xelîlzad, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de