01:11 19 Kanûn 2017
Zindî
    Kerkûk

    Haşdî Şabî hê jî di nava Kerkûkê de ye

    © REUTERS/ Stringer
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî daxuyaniyên berpirsên hikûmeta Iraqê û rêvebirên YNKê ku dibêjin Haşdî Şabî ji roja pênşemê ve hêzên xwe yên nav bajêr vekişandiye. Lê xelkê Kerkûkê ekse vê dibêjin.

    Welatiyên Kerkûkê dibêjin, beşek ji endamên Haşdî Şabî cilên sivîş, polîs û leşkeran li xwe kirine û bi taybetî di nava taxên kurdnişîn de digerin. Tenê 2 roj piştî destanîna ser Kerkûkê, grûba Seraya Xorosanî ya Haşdî Şabî dest bi ser hemû dezgehên bajêr de girt. Paşî dest bi pişkînînan kirin û çûne ser malên kurdan.

    Herwiha kiryarên Haşdî Şabî yên li Xurmatû û şewitandina bazar û malên hemwelatiyan, tirseke mezin di dilê welatiyên Kerkûkê de çêkiriye. Hemwelatî dibêjin, roja pênşemê çekdarên Haşdî Şabî dest bi talankirina malên kurdan kirine.

    Ji aliyê din ve li gorî daxuyaniya Waliyê Hewlêrê, di nava 2 rojan de 14 hezar malbat ji Kerkûkê koçberê Hewlêrê bûne. Herwiha hejmareke zêde yê nîştecihên Kerkûk û Duz û Xurmatûyê jî çûne Silêmaniyê.

    Bi heman mijarî:

    NY di derbarê bûyerên li Kerkûk û Xurmatûyê de daxuyaniyek belav kir
    Rûsya: Dibe şer û pevçûn li Kerkûk û derdora wê dewam bike
    Kerkûk çawa hate kirîn?
    ‘Îro Kerkûk sibê hemû Kurdistan e'
    Rewşa Kerkûk û derdora wê aram e
    Etîketan:
    Haşdî Şabî, Rewşa dawî ya Kerkûkê, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de