15:26 21 Hezîran 2018
Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Hikûmeta Kurdistanê bersiv da Amerîkayê: Em razî ne bêyî pêşmercekê gotûbêjê bikin

© Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek weşand û pêşwazî li daxwazên Amerîkayê kir.

Piştî daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê ya derbarê şerê Pirdeyê de ku daxwaz ji hêzên Iraqê kir, liv û tevgerên xwe yên li navçeyên kêşebar kêm bike û banga dîyalogê li Bexda û Hewlêrê kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiv da Amerîkayê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li naveroka daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê kir û got, Herêma Kurdistanê razî ye ji bo rawestandina şer bi çavderiya civaka navdewletî dest bi danûstandinan bi Iraqê re bike.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Roja înê 20-10-2017 Wezareta Derve ya Amerîkayê beyannameyek bi navê Hikûmeta Amerîkayê derbarê rewşa navçeyên arîşedar û alozî û pevçûnên navbera Pêşmerge û hêzên iraqî li Pirdê belav kiriye û têde bi mebesta rawestandina aloziyan, ku di çend rojên bihorî de di navbera Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê û hêzên iraqî de rû daye, her du aliyan han dide ku dest bi gotûbêjê bikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li naveroka beyannameya Wezareta Derve ya Amerîkayê dike.

Herwiha pêşwazî li rawestandina demildest a alozî û pevçûnên navbera Hêza Pêşmerge û hêzên iraqî li navçeyên arîşedar dike û razî ye jî ku rawestandina şer û aloziyan bi hemahengiya navbera Hêza Pêşmerge û hêzên iraqî û hêzên hevpeymanan bihê encamdan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca çareserkirina pirsgirêkan pêşwazî li destpêkirina danûstandina li gel Bexdayê bi zûtirîn dem û di çarçoveya Destûra Iraqê û bêyî ti pêşmercekê dike."

Bi heman mijarî:

Kompaniya Amerîkî seferên xwe yên bo Tirkiyê betal kir
Amerîkayê li ser 'şerê dijwar' ê Pirdê daxuyanî da
Fermandariya Mîhwera Pirde: Ev destan bi xwîna 6 pêşmergeyan hat nexişandin
Tillerson ji ber rizgarkirina Reqayê HSD pîroz kir
Ji Fransayê daxuyaniyeke din: Neteweyên Yekbûyî dikeve tevgerê
'Hêzên Iraqê bi rêkeftinekê ketin navçeya Zûmarê'
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê: Pêşmergeyan bi lehengî Kurdistan parast
Etîketan:
Amerîka, Kurdistan, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de