15:48 23 Mijdar 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî li ser rewşa dawî daxuyanî da: Dengê mezlûmiyeta gelê me bi cîhanê ragihînin

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 48410

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îşev 20ê Cotmehê li ser rewşa dawî û êrîşên ser Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir ku tê bang li raya giştî ya cîhanê û Kurdistanê kir.

    Barzanî referandûma serxwebûnê bi bîr xist û got, ‘Piştî wê yekê ku gelê Kurdistanê bi awayeke aştiyane te'bîra raya xwe kir li diyar kirina çarenivîsê, ku mafekî asayî û xwezayî û siruştiya her gel û neteweyeke, niha gelê me ketiye ber êrîş û abluqe û sizadana bi komel.'

    'IRAQÊ HEMÛ SÎNOR Û YASA BINPÊ KIRIN'

    Barzanî helwesta Bexdayê ya li hemberî Kurdan bi bîr xist û da xuyakirin, ‘Hikumeta Iraqê jî bi navê ferzkirina yasayan wiha mijulî sizadana mîlletekî ye ku tenê raya xwe derbiriye û hîç tawanek nekiriye. Ew sizadana ku li dijî gelê me heye binpêkirina hemû sînoran û yasa û destûra Iraqe û heman demî de dixwazin îradeya xwe bi zora çek û şer li ser gelê me bisepênin û rûmeta gelê me bişkînin. Eve jî bûye sedema têkdana jiyana xelk û koçberbûna zêdetirê sed û pencih hezar kesan.

    'BANG LI WIJDANÊ GELÊN CÎHANÊ Û RAYA GIŞTÎ DIKIM, PIŞTEVANÊ GELÊ KURDISTANÊ BIN'

    Barzanî di daxuyaniyê de bang li ‘wijdana gelên cîhanê û raya giştî û azadîxwaz û rewşenbîrên seranserê cîhanê' kir û got, ‘Piştevanê gelê Kurdistanê bin û rê li jenosayd û karesateke nû big rin ku li ser gelê me de tê û guşarê bixin ser hikûmetên xwe û navendên biryarê bo ku bêne deng li ser vê zulm û sîtema ku li gelê Kurdistanê tê kirin.

    '‘PÊŞMERGE LI ŞÛNA CÎHANÊ BI HEZARAN QURBANÎ DA ŞERÊ DAIŞÊ'

    Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, "Ji ber ku ew hikûmet ji ber berjewendiyên xwe, qurbaniya xelkê Kurdistanê û Pêşmergeyan ji bîr kirine ku li şerê terorîstên DAIŞê bexşîne û li şûna hemû cîhanê ber singê rêxistina terorîstî ya DAIŞê girtibû û me bi hezaran şehîd û birîndar bi wê navê de da. Ji bo wê yekê daxwaz dikim rê li vê şer firoştin û kuştar û binpêkirin û koçber kirina xelkê bigirin ku hikûmeta Iraqê bi rêya mîlîşiya û hêzên xwe ve bi hevkarî û rênimayiyên derekî li dijî Kurdistanê encam dide."

    ‘DENGÊ MEZLÛMIYETA GELÊ ME BI CÎHANÊ RAGIHÎNIN'

    Barzanî di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû Kurdistaniyan jî kir ku li her dever û welatê ku lê dijî bi xwepêşandanên aştiyane palpiştîya Herêma Kurdistanê bikin û wiha pê de çû:

    "Her li vir da daxwaz ji hemû Kurdistaniyên nîştecihên Ewrupa û Amerîka dikim ku bi awayeke yasayî û aştiyane ji bo palpiştî kirina gelê me, xwepêşandan û çalakiyên medenî encam bidin û daxwaza hevkariyê gelên wan welatan bikin ku têda nîştecihin ku ev şer û abluqeya li dijî gelê me bi zûtirîn demî de rabigirin. Daxwaz dikim dengê mezlumiyeta Kurdistanê û peyama aştîxwazaneya gelê me bi cîhanê rabigihînin."

     

    Bi heman mijarî:

    'Hêzên Iraqê bi rêkeftinekê ketin navçeya Zûmarê'
    Erşad Salihî: Bila parêzgarê nû yê Kerkûkê Tirkmenî be
    Helgurd Hîkmet: Bi sedan termên Heşda Şeibî bo Kerkûkê hatin şandin
    'Ti hêz nikare biryarên meclîsa Kerkûkê hilweşîne'
    Yezdanpana: Êrîşên Heşda Şeibî hatin têkbirin, bi 14 Hummeran reviyan
    'S-400ên Rûs qaîdeyên lîstika li Rojhilata Navîn guherandin'
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de