01:08 24 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê: Pêşmergeyan bi lehengî Kurdistan parast

    © REUTERS/ Zohra Bensemra
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 290 0 0

    Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê li ser şerê Pêşmerge û Heşda Şeibî-Hêzên Iraqî li navçeya Pirdê da xuyakirin, bi çekên Amerîkî yên ji bo têkoşîna dijî DAIŞê bo wan hatibûn dayîn, êrîşî Pêşmerge hatiye kirin ku mebest kontrolkirina Quştepe ya Hewlêrê bû.

    Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniya nivîskî ya derbarê şerê qewimî ye de got, "Îro 20ê Cotmehê li demjimêr 08:00 Artêşa Iraqê û Heşdên Şeibî yên Îran piştgiriya wan dike dest bi êrîşê kirin. Êrîş bi çekên amerîkî pêk hat."

    'ARMANC EW BÛ KU TÊKEVIN QUŞTEPEYA BAŞÛRÊ HEWLÊRÊ'

    Di daxuyaniyê de hat gotin, ‘Êrîş li rêya Hewlêr-Kerkûkê û du eniyên Pirdê pêk hatin. Armanca wan ew bû ku têkevin Qûştepeya başûrê Hewlêrê. Pêşmergeyan bi lehengî Kurdistan parast û li gorî raportên destpêkê, 10 hummvees û du tank ruxandine ku yek ji wan Abrams e.'

    ‘ARTÊŞA IRAQÊ Û HEŞDA ŞEIBÎ ISTIQKARA 3 PARÊZGEHÊN EWLE XERA KIR'

    Encumenê ragihand, ‘Ev navgîn bo şerê li dijî gelê Kurdistan ji aliyê artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî ve tên bikaranîn. Ji dema êrîşa Kerkûkê ve, Heşdî Şeibî herî kêm istiqrara sê ewletirîn parêzgaran xera kiriye ku herî kêm 100 hezar kes li Hewlêr û Silêmaniyê bê cih û xwaein mane. Bi sedan milkê turkmenan li Kerkûk, Xurmatû û Xaneqînê şewitandin û gel terore kir. Li Xaneqînê gule berdan xelkê ku dixwest ji bajarî derkevin û hinek kuştin û birîndar kirin.'

    ‘6 KOMÊN HEŞDA ŞEIBÎ BEŞDARÎ ÊRÎŞÊ BÛN'

    Encumena Asayîşê diyar kir, ‘Agahiyên me yên istixbaratî diyar dikin ku ev rêxistinên bi wekaletê yên Îran piştgiriya wan dike li dijî pêşmergeyan tev li operasyonê bûne: Esaib El Heq, leşkerên Bedr, Ketaib Hizbullah, Firqeya Ebas, Lîwayên Elî Ekber, Firqeya Îmam Elî'

    'BÊDENGIYA CIVAKA NAVDEWLETÎ CESARET DA IRAQÊ, DIVÊ ŞERMEZAR BIKIN'

    Encumenê bal kişand ser metirsiyên ser Herêma Kurdistanê û got, ‘Bêdengiya civaka navdewletî cesaret da Iraqê ku êrîşî Kurdistanê bike û herwiha eşkere kir ku tirsa me ji siberoja me li vî welatî meşrû bû ji ber ev artêşa ji bo parastina gelî çêbûye, îro êrîşî gelê Kurdistanê dike. Divê civaka navdewletî destwerdanê bike û êrîşê şermezar bike.

    Bi heman mijarî:

    Helgurd Hîkmet: Bi sedan termên Heşda Şeibî bo Kerkûkê hatin şandin
    Erşad Salihî: Bila parêzgarê nû yê Kerkûkê Tirkmenî be
    'Ti hêz nikare biryarên meclîsa Kerkûkê hilweşîne'
    Yezdanpana: Êrîşên Heşda Şeibî hatin têkbirin, bi 14 Hummeran reviyan
    'S-400ên Rûs qaîdeyên lîstika li Rojhilata Navîn guherandin'
    ‘Amerîka qebûl kir ku El Nusra çekên kimyewî bikar aniye'
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de