08:27 25 Mijdar 2017
Zindî
    Hêzên Iraqî li Kerkûkê

    Erşad Salihî: Bila parêzgarê nû yê Kerkûkê Tirkmenî be

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 8203

    Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê Erşad Salihî çend pêşniyar ji bo birêvebirina Kerkûkê kirin û xwest, parêzgarê nû yê Kerkûkê kesekî Tirkmenî be.

    Erşad Salihî îro 20ê Cotmehê bi daxuyaniyeke nivîskî çend pêşniyar li ser birêvebirina parêzgariya Kerkûkê kirin û daxwaz kir, Kerkûkê ji aliyê kesekî Tirkmen ve were birêvebirin.

    'JI BO RÊVEBERIYA NÛ YA KERKÛKÊ PÊŞNIYAR HATIN KIRIN'

    Di daxuyaniyê de tê gotin, "Çend pêşniyar sebaret bi rêvebirina Kerkûkê niha li holê ne.

    • Yek; destnîşankirina parêzgarekî nû bo kerkûkê ku kesekî Kurd be û cîgirê wî kesekî Ereb be û Serokê Civata Parêzgehê jî kesekî Tirkmen be, ev pêşinyara Kurdan daye.
    • Pêşniyara duyem; hilweşandina Civata Parêzgehê û destnîşankirina parêzgarekî ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve ku 4 cîgir hebin, lê ew parêzgar ji Netewa Tirkmenan dibe."

    'DIVÊ EM LI SER BIRÊVEBIRINA KERKÛKÊ RÊKEFTINÊ BIKIN'

    Erşad Salihî di dirêjahiya daxuyaniya xwe de got, "Em niha vê pêşniyara duyem li ser dixwînîn û emê bihevre ligel hemû partî û aliyên Tirkmenî li Kerkûkê danûstandinan bikin ji bo ku wek nûnerên Tirkmen me yek nêrîn û yek daxwazî hebe. Lê em naxwazîn nêrîn û daxwaziya xwe bi ser çi aliyekî de bisepînîn. Divê tev alî li Kerkûkê li ser vê mijarê rêkeftinê bikin."

     

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    Helgurd Hîkmet: Bi sedan termên Heşda Şeibî bo Kerkûkê hatin şandin
    'Ti hêz nikare biryarên meclîsa Kerkûkê hilweşîne'
    Yezdanpana: Êrîşên Heşda Şeibî hatin têkbirin, bi 14 Hummeran reviyan
    'S-400ên Rûs qaîdeyên lîstika li Rojhilata Navîn guherandin'
    ‘Amerîka qebûl kir ku El Nusra çekên kimyewî bikar aniye'
    Hîcazî: Rêveberiya Reqayê ket destê rêxistina ku posterên Ocalan bilind kiribûn
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de