08:41 25 Mijdar 2017
Zindî
    Helgurd Hikmet

    Helgurd Hîkmet: Bi sedan termên Heşda Şeibî bo Kerkûkê hatin şandin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 50420

    Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Helgurd Hîkmet ragihand ku şer hîn berdewam e û hêza bi fermandariya Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî jî ji bo piştevaniyê gihîştiye eniya şer li Pirdeyê.

    Hîkmet ji medya Herêma Kurdistanê re da xuyakirin, ‘Niha jî şer berdewam e û hêzên Pêşmerge êrîşeke din a Heşda Şeibî têk şikandine.'

    'HÊZA KOSRET RESÛL GIHÎŞT ENIYA ŞER'

    Hîkmet da zanîn ku hêzeke bi fermandariya Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî gihîştiye eniya şer û da xuyakirin, ‘Termê sedan çekdarên Heşda Şeibî ber bi Kerkûk û nexwaşxaneyên Kerkûkê ve hatine rêkirin. Bi dehan Hummer hatine şikandin û Heşda Şeibî di nav têkçûneke mezin de ye.'

    'HÊZÊN HEŞDA ŞEIBÎ JI HEV HATIN QUTKIRIN'

    Berdevkê Wezareta Pêşmerge herwiha nûçeyên dorpêçkirina Heşda Şeibî jî piştrast kir û da zanîn, ‘Heşda Şeibî çend demjimêreke hatiye dorpêçkirin û ji çend cîhên din ve hêzên wan ji hev hatine qutkirin û paşde vekişiyan. Beşek ji wan li deştê nêzîkî Pirdê rawestîyane.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    'Ti hêz nikare biryarên meclîsa Kerkûkê hilweşîne'
    Yezdanpana: Êrîşên Heşda Şeibî hatin têkbirin, bi 14 Hummeran reviyan
    'S-400ên Rûs qaîdeyên lîstika li Rojhilata Navîn guherandin'
    Serokomarê Fransayê dê bi Barzanî û Ebadî re bipeyive
    Hîcazî: Rêveberiya Reqayê ket destê rêxistina ku posterên Ocalan bilind kiribûn
    Dîroknasê Tirk sedema wendakirina gorên Şêx Seîd, Seyid Riza û Seîdê Kurdî vegot
    Rûsya: Pêşniyara civandina Kongreya Gelan a Sûriyeyê bi aktîf tê îstîşarekirin
    Almanya: Em hêvî dikin dîsa Pêşmergeyan perwerde bikin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de