08:32 25 Mijdar 2017
Zindî
    Kerkûk

    'Ti hêz nikare biryarên meclîsa Kerkûkê hilweşîne'

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14510

    Serokê Meclîsa Şaredariya Kerkûkê Rêbwar Talabanî bi daxuyaniyekê ragihand, “Li gor Destûra Iraqê xala 71an bi xwe, mafê biryardanê girêdayî Kerkûkê ye û ew jî di destê Civata Şaredariya Kerkûkê de ye.”

    Rebwar Talabanî da xuyakirin, girêdayî vê xalê li Kerkûkê hildana Ala Kurdistanê di dezgehên fermî de hate girtin û biryara beşdariyê di referendûma serxwebûnê de jî Civata Şaredariya Kerkûkê daye û tu hêz ne xwedî maf e van biryaran hilweşîne".

    ‘MALA MIN BIXWE DI BIN DAGIRKERIYA HEŞDA ŞEBÎ DE YE'

    Talabanî li ser ketina hêzên Heşda Şeibî û Iraqî bo bajêr got, ‘Li Kerkûkê binpêkirinên destûrî rû dan, malên xelkê hatin şewitandin, bi rêya metirsiyê bi dehhezaran kes mal û warên xwe berdan, êrîşî binamaya civatî ya Kerkûkê hate kirin. Mala min bi xwe di bin dagîrkeriya Heşda Şebî de ye."

    ‘XELKÊ KERKÛKÊ DIXWAZE NECMEDÎN KERÎM VEGERE'

    Talebanî got, "Xelkê Kerkûkê dixwaze Waliyê bajêr Necmeddin Kerîm vegere ser erkê xwe. Ew aliyên bûn e egera êrîşa Kerkûkê dive bên sezakirin. Li bajarokê Tuzxûrmatû jî tevkujî hatin lidarxistin".

     

     

    Bi heman mijarî:

    Yezdanpana: Êrîşên Heşda Şeibî hatin têkbirin, bi 14 Hummeran reviyan
    'S-400ên Rûs qaîdeyên lîstika li Rojhilata Navîn guherandin'
    Serokomarê Fransayê dê bi Barzanî û Ebadî re bipeyive
    Hîcazî: Rêveberiya Reqayê ket destê rêxistina ku posterên Ocalan bilind kiribûn
    Dîroknasê Tirk sedema wendakirina gorên Şêx Seîd, Seyid Riza û Seîdê Kurdî vegot
    Li Afxanîstanê êrişa xwekujî: Herî kêm 30 kes can da
    Rûsya: Pêşniyara civandina Kongreya Gelan a Sûriyeyê bi aktîf tê îstîşarekirin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de