15:32 21 Hezîran 2018
Kerkûk - Peykerê Pêşmerge

Serokê Encûmena Kerkûkê: Heşdî Şeibî dest daniye ser mala min

© REUTERS / Stringer
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Serokê Encûmena Kerkûkê Rêbwar Talabanî ragihand ku diviyabû birêveberiya Kerkûkê ji tevgera hêzên leşkerî bi ser parêzgehê de bihata agahdarkirin û got, "gelê Kerkûkê bêhêvî ye û nizane dê çarenûsa wan çi be."

Rêbwar Talabanî li bajarê Hewlêrê ragihand ku niha Parêzgarê û Serokê Encûmena Parêgahê ne li Kerkûkê ne û valahiyeke îdarî çêbûye û dixwazin ku civîneke encûmena Parêzgehê pêk were.

Herwiha Talabanî amaje pê kir ku biryarên Encûmena Parêzgehê derbarê bilindkirina alayê de,encamdana referandûmê û redkirina biryarên Bexdayê ji bo jierkdûrxistina Necmedîn Kerîmî ji aliyê encûmena parêzgehê ve hatine dayîn û ew biryar niha jî di meriyetê de ne.

Ji aliyê din ve, Talabanî got: "Niha hinek endamên Heşdî Şeibî yên girêdayî Esaib Ehl Elheqê dest daniye ser mala wî û ew di vê rewşê de nikare vegere Kerkûkê."

Bi heman mijarî:

Barzanî bo Tirkiyê: Kurdistan cihê bi ewle yê ku hûn dikarin pişta xwe bidinê ye
Swêd: Ya baş em bihêlin bila Kurdistan û Iraq rêya xwe ji hev cuda bikin
Herêma Kurdistan û Îranê 2 protokol îmze kirin
‘Dê Kurdistan dewleta hemû Kurdistaniyan be'
Kurdistan amadehiya destûra nû ya ji bo dewleta serbixwe dike
Asian Times: Kurdistan li Rojhilata Navîn wê bibe mînaka serkeftinê
‘Kurdistan dê bibe endamê FIFAyê'
Etîketan:
Necmedîn Kerîm, Rêbwar Talabanî, Iraq, Kurdistan, Kerkûk
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de