15:25 21 Hezîran 2018
Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê çima dernakeve pêşberî kamerayan?

© REUTERS / Reuters TV
Kurdistan
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 30

Mamostayê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Vahap Coşkun, sedema derneketina Mesûd Barzanî ya pêşberî kamerayan û jidestçûna Kerkûk û herêma derdora wê ji ajansa Spûtnîkê re şîrove kir.

Mamostayê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Vahap Coşkun ji bo derneketina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya pêşberî kamerayan got: "Belê heta niha Barzanî derneketiye pêşberî kamerayan. Li herêmê kêlî bi kêlî geşedanên lezgîn diqewimin. Dibe ji bo rê libergirtina van geşedanan li ser siyasetekê dixebitin an jî bi hinek kesan re hevdîtinan dike. Belkî jî dixwaze hetanî hevdîtin encam bidin hê derkeve pêşberî kamerayan û daxuyaniyekê bide raya giştî ya Kurdistanê."

Vahap Coşkun di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gorî qenaeta min di vê pêvajoyê de divê Serokatiya Herêma Kurdistanê pozîsyoneke aktîftir bigre ser xwe. Ev pozîsyon wê gelekî baş be, hem ji bo têkiliyên bi dewletan re hem jî ji bo peyamdana raya navxweyî û civaka navneteweyî. Ji hêla siyasetê ve jî dê serkeftîtir be û ji rexneyan re jî dê vekirî be."

KURD TENÊ BI EQLÊ SELÎM Û BI YEKÎTIYÊ DIKARIN JI VÊ ŞIKESTINÊ XELAS BIBIN

Coşkun di dirêjiya axaftina xwe de ji bo encamên Kerkûk û derdorên wê got: "Encamên Kerkûk û derdorên wê bandorek cidî li bendewariya kurdan kir û ev bû sedema şikestinekê. Kurd bi eqlê selîm dikerin ji vê şikestinê xelas bibin. Bi taybetî di van rojên wiha de divê peyvên wekî xayîntî neyên bikaranîn û ev di nava kurdan de nebe sedema pevçûn û dijberiyeke nû. Di vê pêvajoyê de dijberiya li hemberî hev a navbera PDK û YNKê ji xeyrî çareseriya pirsgirêkê wê rewşê aloztir bike. Ji bo vê tiştê herî pêwist divê pêşî zemîna diyalogê were avakirin."

Prof. Coşkun di dawiya axaftina xwe de got: "Li Kurdistanê zêdetirî 25 salan e desthilatek heye û em dikarin vê bêjin ku herêmê ev pirsgirêka xwe ya du rêvebirî çareser nekir. Mixabin rêvebiriya Hewlêr û Silêmaniyê di mijarên girîng de hevkariyê nakin. Ji xwe di van rojên dawî de bûyerên ku li Kerkûk û derdora wê jî qewimîn encamên nelihevkirinê bûn. Ji ve pê ve tiştê herî girin divê rêveriya siyasî ya Kurdistanê ji bo yekîtiyê gavan biavîne. Di mijarên ewlehî, rêvebirî û siyasî de divê yekîtiyek were avakirin û rê li ber nêrîna partîtiyê were girtin. Heke ev pirsgirêk neyê çareserkirin di her mijarên girîng de wê şikestin çêbibin."

Bi heman mijarî:

'Plan hebû ku navenda desthilatê ji Hewlêrê bibin Silêmaniyê'
Milîsên Haşdî Şabî êrişî hêzên Pêşmerge kir
Chevrona amerîkî xebatên xwe yên Kurdistanê rawestandin
Necmedîn Kerîm: Nûnerê Qasim Silêmanî û malbata Talebanî êrişî min kirin
Ala Talebanî: Balafirxaneya Silêmaniyê vedibe
Etîketan:
Pirsgirêka Kurdistanê çawa çareser dibe, Vahap Coşkun, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de