01:26 24 Mijdar 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî û Ursula von der Leyen

    Barzanî û Wezîra Alman axivîn: Dê piştgiriya pêşmerge berdewam be

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5110

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi pêwendiyeke telefonî bi Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula Von der Leyen re axivî. Leyen diyar kir, dê piştgiriya Almanya ya bo pêşmerge berdewam be û kêfxweşiya xwe ji bo biryara danûstandinê ya navbera Hewlêr û Bexdayê anî ziman.

    Hat ragihandin ku di pêwendiya Barzanî û Leyen de rewşa siyasî ya Kurdistan û Iraqê hatiye nirxandin û di derbarê rewşa dawî ya meydanî û pêşhatên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de danustandina bîr û ramanan hat kirin.

    Wezîra Berevaniya Almanya ji ber kêmbûna rageşiya serbazî ya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de û rûnedana aloziyan kêfxweşiya xwe anî ziman û dubare behsa rola Pêşmerge ya serkeftî di şerê terorîstên DAIŞê de anî ziman.

    ALMANYA PIŞTGIRIYA PÊŞMERGE BERDEWAM DIKE

    Leyen herwiha diyar kir ku ew dê wek Almanya piştevaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam bikin.

    Wezîra Berevaniya Almanyayê herwiha da zanîn ku ji bo biryara guftûgo û danûstandina çareseriya kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê kêfxweş in.

     

    Bi heman mijarî:

    Ala Talebanî: Balafirxaneya Silêmaniyê vedibe
    Barzanî: Bexda çi biryarê dide bila bide, nikare têkoşerê wek Kak Kosret Resûl bigire
    7 kes hatin binçavkirin û tîşortê ‘ Qaşo Kurdistan’ dinivîse hat desteserkirin
    CIA: Qasim Suleymanî çûye Kerkûkê, Îran dixwaze zextan bike
    Li Hatayê êrîşî qereqola Cendermeyan kirin
    Li Kerkûkê ji bo petrolê komîteyeke taybet hat avakirin
    Etîketan:
    Almanya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de