01:21 24 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî: Bexda çi biryarê dide bila bide, nikare têkoşerê wek Kak Kosret Resûl bigire

    © Foto: presidency.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20610

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser biryara hikûmeta Bexdayê ya girtina Cîgirê Giştî yê Sekreterê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl daxuyaniyek da û got, desthilatdariya Bexdayê çi biryarê dide bila bide lê nikare Kosret Resûl bigire.

    Serokê Herêma Kurdistanê di daxuyaniya nivîskî de bi bîr xist, ‘Roja pênçşem 19.10.2017 Dadgeha Lêkolîniya Resafeya Bexda biryara girtinê ji bo birêz Kak Kosret Resul Cîgirê Giştî yê Sekreterê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê derxistiye, bi tometa derbirîna raya xwe ya li ser rûdanên Kerkûkê.'

    ‘VÊ EQLÎYETA BEXDAYÊ HIŞTIYE KES NIKARE LIGEL WAN BIJÎ'

    Barzanî li dijî biryara dadgehê derket û got, ‘Ev biryara Dadgeha Resafe ku biryareke siyasî ye bi ronî pêşan dide ku eqliyeta destbilind li Bexda bi çi awayekî ye. Gelekî raya xwe bi aştiyane derbibirê divê sizaya bi komel bidin, kesek raya xwe derbibirê divê bê girtin. Her ew eqliyete wiha kiriye kes nekarê ligel wan da bijî.

    ‘NIKARIN TÊKOŞERÊN WEK KEK RESÛL BIGIRIN'

    Barzanî biryarên hikûmeta Bexdayê de red kirin û da xuyakirin, ‘Bila desthilatdarên Bexda azad bin, çi biryarek didin bila bidin lê belê bila baş bizanin têkoşerekî wekî Kak Kosret û têkoşerên din jî bi wan nayê girtin û nikarin bigirin.'

    Bi heman mijarî:

    7 kes hatin binçavkirin û tîşortê ‘ Qaşo Kurdistan’ dinivîse hat desteserkirin
    CIA: Qasim Suleymanî çûye Kerkûkê, Îran dixwaze zextan bike
    Li Hatayê êrîşî qereqola Cendermeyan kirin
    'Heşda Şebî û Pêşmerge li Pirdê li hember hevdu senger digirin'
    Li Kerkûkê ji bo petrolê komîteyeke taybet hat avakirin
    Iraqê hişiyarî da şîrketên biyanî ku bi Kurdistanê re rêkevtinan îmze nekin
    Serokê Rosneftê behsa stratejiya xwe ya li Herêma Kurdistanê kir
    Ji bo kesên ji Demîrtaş re gotin 'kujer' cezaya girtîgehê hat dayîn
    NY di derbarê bûyerên li Kerkûk û Xurmatûyê de daxuyaniyek belav kir
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de