18:33 25 Hezîran 2018
Hêzên Pêşmerge

'Heşda Şebî û Pêşmerge li Pirdê li hember hevdu senger digirin'

© REUTERS / Stringer
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 20

Hevdem ligel aloziyên rewşa bajarê Kerkûk û Xaneqînê û serhildana gelê Kurd li wan navçeyan, hêzeke Heşda Şeibî li nêz bajarê Pirdê li ser rêya Kerkûk–Hewlêrê civiyaye û amadekariyan dike ku tê ragihandin li hemberê wan hêza pêşmerge jî senger digire.

Çavkaniyek ji hêza pêşmerge li nêzî Pirdê bo Sputnîk Kurdistanê ragihand,"Ji duh ve artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li başûrê bajarokê Pirdê lihev dicive û wuha xuyaye ku xwe amade dike ji bo ku êriş bike ser pirdê û ber bi navçeyên ser rêya Kerkûk û Hewlêrê pêşde were. Lê di hember de hêzeka mezin ji pêşmerge amade kiriye ji bo rêgirtin ji her êriş û pêşdehatineke hêzên Iraqî re.

Çavkaniyê da xuyakirin, 'Heta niha beşeke hêza pêşmerge li derdorên bajarê Dibis û bakûrê Pirdê senger digire û xwe amade dike bo bersivdana êrîşa hêzên Iraqê.'

Bi heman mijarî:

Li Kerkûkê ji bo petrolê komîteyeke taybet hat avakirin
Iraqê hişiyarî da şîrketên biyanî ku bi Kurdistanê re rêkevtinan îmze nekin
Serokê Rosneftê behsa stratejiya xwe ya li Herêma Kurdistanê kir
Ji bo kesên ji Demîrtaş re gotin 'kujer' cezaya girtîgehê hat dayîn
Onder: Em dixwazin fêrî rewşa tendurustiya Ocalan bibin
NY di derbarê bûyerên li Kerkûk û Xurmatûyê de daxuyaniyek belav kir
Piştî Kerkûkê, divê birêveberiya Kurdistanê çi bike?
Etîketan:
Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de