15:23 21 Hezîran 2018
Deriyê sînor ê Kurdistanê

Supayê Pasdaran û Haşdî Şabî ji deriyê sînor ê Hecî Omeran vekişiyan

© REUTERS / Azad Lashkari
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku Haşdî Şabî û hêzên ewlehî îro berê sibehê ji deriyê Hecî Omeran ê navbera Herêma Kurdistanê û Îranê vekişiyan.

Li gorî zanyariyên berdest ku ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, îro berê sibehê milîsên Haşdî Şabî û hêzên ewlehî ku nêzîkî deriyê sînorî yê Hecî Omeranê yê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de bûn vekişiyan.

Çavkaniyekî li herêmê ragihand ku hêza Haşdî Şabî û Supaya Pasdaran ku pêştir li nêzîkî sînorê Hecî Omeran û di nava axa Îranê de hatibûn bicihkirin ji wî sînorî vekişiyan.

Li gorî daxuyaniya çavkanî hêzên deriyê sînor ê Hecî Omeran ber bi Urmiyê ve hatine vekişandin.

 

Bi heman mijarî:

‘Îran: Daxwaz were kirin em ê deriyê sînor vekin'
Yildirim: Pêvajoya teslîmkirina deriyê sînor dest pê kir
Heşdî Şabî gihişte deriyê sînor ê Perwêzxan
Tirkiye ji ber Rojava nikare deriyê sînor ê Xêbûrê bigre
Gelo deriyê sînor ê Xêbûrê hat girtin?
Artêşa Tirkiyeyê li deriyê sînor ê Herêma Kurdistanê dest bi tetbîqata leşkerî kir
Etîketan:
Deriyê sînpor ê Hecî Omeran, Îran, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de