04:32 23 Mijdar 2017
Zindî
    Li Kerkûkê hêzên Iraqî ala Kurdistanê tînin xwar

    Li Kerkûkê û navçeyan xwepêşandan: Heşda Şebî vekişiya

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 115931

    Li bajarê Kerkûkê ku 16ê Cotmehê ji aliyê hêzên Heşda Şebî û artêşa Iraqê ve piştî vekişîne beşek ji pêşmergeyan bi fermana hin berpirsên siyasî yên Kurd, xwepêşandanên nerazîbûnê li navenda bajêr û navçeyên wê destpê kirin. Hat ragihandin ku Heşda Şebî ji Xaneqînê û navenda bajarê Kerkûkê vekişiya.

    Xelkê Kerkûkê heta derengiya şevê li kolanan bû û hêzên Iraqî û berpirsên siyasî yên Kurd ku bajar ji wan re hiştibûn, protesto kirin. Herwiha li bajaroka Xurmatû, Berdereş û Xaneqînê jî xwepêşandan hatin kirin ku yekem nûçeya vekişîna Heşda Şebî ji Xaneqînê hat.

    Piştî bêrêzîya li pêşmerge û ala Kurdistanê ji aliyê Heşda Şebî ve gelê Kurd li Kerkûkê dest bi raperîneke sivîl kir.

    EBADÎ FERMAN DABÛ

    Piştî fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya ku gotibû, 'Ji xeynî polîsên herêmî û hêzên dije teror û artêşa Iraqê hemû hêzên kom û pêkhateyan ji Kerkûkê vekişin' vekişîna Heşda Şebî destpê kir.

    Hat ragihandin ku ti hêzeke Heşdî Şebî li herêmên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê yên kêşebar nemaye.

    'HEŞDA ŞEBÎ JI NAV KERKÛKÊ VEKIŞIYA'

    Hemwelatiyên ku beşdarî weşanên televizyonên Herêma Kurdistanê bûn, dibêjin, li navenda bajarê Kerkûkê ti hêzeke Heşda Şebî nemaye ku hîn ev agahî nehatiye pişstrastkirin.

    ​Herwiha li gor nûçeyên hîn piştrast nebûne, di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî-Heşda Şebî de li dorûbera Kerkûkê şerek rû dide ku derbarê xûrsbûna wî şerî û encaman de hîn agahiyên zelal berdest nebûne.

    ​Li gor vîdyoyên li ser medya civakî têne parvekirin, xwepêşandan bi awayî xurt li kolanên Kerkûkê berdewam in û xelk nerazîbûna xwe nîşan dide.

    HEŞDA ŞEBÎ Û HÊZÊN IRAQÎ JI XANEQÎNÊ VEKIŞIYA

    Li bajaroka Xaneqînê piştî nûçe û dîmenên şewitandin û bêrêziya li ala Kurdistanê ji aliyê hêzên Heşda Şebî ve, xelkê deverê derketin kolanan û li dijî wan hêzan dest bi şer kirin ku piştî raperîna gel Heşda Şebî ji nav Xaneqînê neçar maye vekişe.

    BIRÎNDAR HENE

    Li gor ragihandina hemwelatiyên li Xaneqînê, bi kêmî 6 kes di aloziyê de birîndar bûne ku ew rakirine nexweşxaneyê û birînan wan ne giran e.

    Tê ragihandin ku heta van demjimêran jî aloziya li Xaneqînê berdewam e û teqe têne kirin..

    LI KERKÛKÊ JÎ XWEPÊŞANDAN BERDEWAM DIKIN

    Herwiha behsa rewşa metirsîdar a ewlekariya nava bajarê Kerkûkê tê kirin ku li wir jî xwepêşandan têne kirin û dibe bûyerên nexwestî jî li nav bajêr biqewimin. Li gor zanyariyên xwepêşender didin, ne tenê Heşda Şebî herwiha hêzên artêşa Iraqê jî gule berdane ser xelkê.

    Piştî nûçeyên vekişîna Heşda Şebî ji Xaneqînê li bajarên Herêma Kurdistanê yên wekî Duhokê xelk derket derve û pîrozbahiyan dike.

    PÊŞMERGE XANEQÎNÊ KONTROL DIKE

    Piştî vekişîna Heşda Şebî ji bajaroka Xaneqînê hat ragihandin ku Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê dest bi kontrolkirina tevahiya Xaneqînê kirin.

    LI ŞINGALÊ XWEPÊŞANDAN

    Xwepêşander radigînin ku Heşdî Şebî ji bajaroka Şingalê jî xwe vekişandine.

    PARÊZGARÊ DUHOKÊ: ÇEKAN HILDIN Û BALDAR BIN

    Parêzgarê Duhokê ji bo di pîrozbahiyan de bûyerên nexwestî neqewimin, ji hemwelatiyên parêzgarê daxwaz kir ku hildin çekan û lê ligel sazî dezgehên ewlehiyê tevbigerin.

    Li gorî agahiyên li ser malpera Parêzgariya Duhokê, Parêzgarê bajêr Ferhad Emîn Ertoşî ji hemwelatiyan daxwaz kir ku çekan hilgirin û rewşê têk nedin.

    Di daxuyaniyê de herwisa hemwelatî hatin hişyarkirin ku baldar bin, nebin sedema rûdanên diltezînê û ligel sazî û dezgehên ewlehiyê tevbigerin û piştgiriya wan bikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Ebadî fermana vekişînê ji bo çekdarên derveyî hêzên ewlekarîyê da
    Li Silêmaniyê hemû cure çalakî hatin qedexekirin
    Konseya Ewlekariyê li ser Kerkûkê daxuyanî da: Em xemgîn in
    Cebar Yawer: Pêdivî bi mudaxeleya navnetewî heye
    Koçberên Kerkûkê ji Spûtnîkê re axivîn: Em tên derkirin û wêrankirin!
    Rosneftê girêbest bi Herêma Kurdistanê re îmze kir
    Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa Kerkûkê gotûbêjê dike
    Ji bo polîsê ku Kemal Kurkut kuşt, cezaya muebetê hat xwestin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de