06:30 22 Mijdar 2017
Zindî
    Koçberên Kerkûkê li Hewlêrê

    Koçberên Kerkûkê ji Spûtnîkê re axivîn: Em tên derkirin û wêrankirin!

    © Sputnik/ Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 84 0 0

    Hejmareke mezin ji malbatên Kurd ên Kerkûkê ji ber gef, fişar û êrîşên çekdarên Heşda Şe'bî mal û cihên xwe hêlan û ber bi Hewlêr û Silêmaniyê koç kirin.

    Koçberên Kerkûkê ji Spûtnîk Kurdistanê re axivîn û gotin, "Heşda Şe'bî êrîşî ser malên me kirin û em neçar bûn malên xwe bicih bihêlîn."

    Koçber dibêjin, "Hinek ji Turkmanên şîe jî li Kerkûkê alîkariya Heşda Şe'bî dikirin ji bo ku êrîşî ser malên Kurdan bikin. Heşda Şe'bî li hinek deverên Kerkûkê çekdar li ser rê danîbûn ji bo ku rê ji Kurda bigirin û koç nekin."

    'MALÊN KURDAN HATINE TALANKIRIN'

    Li gor gotina koçberan ‘Malên Kurdan li Kerkûkê hatine talan kirin. Heşda Şe'bî bêhtir êrîşî ser malên endam û alîgirên pêşmergeyên PDKê dikin."

    Niştecihên Kerkûkê didin xuyakirin, "Hin berpirsên YNKê Kerkûk firotin. Hêza pasdarên Îranê ligel Heşda Şe'bî xistine Kerkûkê."

    JI BARZANÎ DIXWAZIN KERKÛKÊ VEGERÎNE

    Koçberek daxwazê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike, Kerkûkê vegerîne ser Herêma Kurdistanê û ji destê Heşda Şe'bî derxîne.

    Koçberek din dibêje, "Ebadî derew kir, lê dema gotî Kurd wek birayên me ne, armanca Bexdayê wîranekirin û derkirina Kurdan e li Kerkûkê."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rosneftê girêbest bi Herêma Kurdistanê re îmze kir
    Proseya hilbijartinên Herêma Kurdistanê hat rawestandin
    Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa Kerkûkê gotûbêjê dike
    Ji bo polîsê ku Kemal Kurkut kuşt, cezaya muebetê hat xwestin
    Li Amerîkayê êrişa çekdarî: Birîndar hene
    Rûdawê hemû xebatkarên xwe yên li Kerkûkê şûnde vekişandin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de