08:40 25 Mijdar 2017
Zindî
    Li Kerkûkê hêzên Iraqî ala Kurdistanê tînin xwar

    Çapameniya alman: Dewleta kurdî dê wek xeyal bimîne

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12600

    Encamên şerê Kerkûkê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Artêşa Iraqê di çapameniya alman de tê nîqaşkirin. Mijara herî sereke hewldanên avakirina dewletê ya kurdan û mîsyona perwerdehiya li herêmê ya Almanyayê ne.

    Kerkûk
    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Li gorî nûçeya DW tirkî, Hannoversche Allgemeine Zeitung, ragihandiye ku, "Ji ber ku seranserê dîrokê li kurdan zilm hatiye kirin, daxwaza avakirina dewletê li welatên Rojava ji aliyê hin kesan ve dilfirehî dihat pêşvazîkirin. Lê dê ev wek xewn bimîne: Ji bilî hikûmeta Iraqê Tirkiye û Îran jî bi aşkere serxwebûnê red dikin."

    ‘DÊ WELATÊN ROJAVA BÊDENG BIMÎNIN'

    Di nivîsê de hat eşkerekirin ku welatên Rojava li hemberî hevkariya cîranên kurdan dê bêdeng bimîne.

    Mitteldeutsche Zeitung rawestandina perwerdehiya leşkerî ya pêşmerge ku Almanya ji ber şerê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê da rawestandin şîrove kir, "Ev biryar dê ji aliyê hikûmet û meclîsa federal a nû bide. Dibe heta ev rewşa zelal bibe, dibe mîsyona bo çend mehan were dirêjkirin. Gelo Artêşa Almanyayê divê pêvajoyê de ji nû perwerdehiya pêşmergeyên Kurdistanê bide destpêkirin an ne? Ev jî mijarek din e."

    ‘PÊŞVEÇÛNA MILÎSÊN ŞÎE, DÊ NEFRETAN ZÊDETIR BIKE'

    Rojnameya Mannheimer Morgenê jî destnîşan kir k udi şerê Kurkûkê de kurdan zerarê dît. Lê pêşveçûna milîsên şîe ku Îran piştgiriya wan dike, di nav gelê Iraqê de nefretan zêdetir bike û şerê navxweyî di navbera kurdan de derkeve. Ev yek jî têkoşîna li dijî DAIŞê dê lawaztir bike."

    ‘BÊÎSTÎQRARÎYA HERÊMÊ, DÊ BI KÊRÊ ROJAVA BÊ'

    Rojnameya Neue Westfälische da zanîn ku, "Eger kurd derfeta avakirina dewleta xwe bikar bînin jî û bigihîjin armanca xwe û piştî hedefa welatên Rojava ku herêm ji DAIŞê were paqijkirin, dê bandorê li îstîqrara herêmê neke. Piştgiriya aliyan di têkoşîna li dijî DAIŞê de rast bû. Bi heman şêwazê xebata kêmkirina rageşiyan a li herêmê jî rast e."

    Bi heman mijarî:

    Rûdanên Kerkûkê buhayên petrolê zêdekirin
    Asayîşa Rojava xwest ku awareyên reqayî niha venegerin bajarê xwe
    ‘Amerîka bi operasyona Kurdistanê Tirkiye îzole kir'
    ‘Wezîrê Siûdî li Reqayê bû'
    Tirkiyeyê deriyê sinorê Sûriyeyê ji TIRan re vekir
    Etîketan:
    dewlet, kurdî, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de