18:36 25 Hezîran 2018
Hêzên Pêşmerge li gundekî Mûsilê, 29ê Gulanê 2016.

Li bendava Mûsilê şer: 8 endamên Heşda Şebî û Pêşmergeyekî can dan

© REUTERS / Azad Lashkari
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku li nêzîkî Bendava Mûsilê di navbera hêzên pêşmerge û hêzên Iraqî de şer rû daye û di encama wî şerî de, 8 çekdarên Heşda Şebî û pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest dane.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Mîhwera Rojavayê Dîcleyê, Şêx Elî Rûmanî ragihand, hêzên iraqî bêyî hemahengiyeke pêşwex nêzîkî çeperên hêzên pêşmerge yên li Mûsila Kevin bûne, di navbera her du aliyan de şer qewîmî ye.

Li gor nûçeya Rûdawê Şêx Elî Rûmanî got: "Di encama şer de 8 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin ku yek ji wan piledar e. Herwiha pêşmergeyekî jî can daye û 4 pêşmergeyên din jî birîndar bûne."

Şêx Elîda xuyakirin, "Gelek zû şerê navbera her du aliyan hatiye kontrolkirin û niha rewş li deverê aram e û hemahengiyeke baş di navbera hêzên her du aliyan de jî heye."

 

Bi heman mijarî:

‘Pêşmerge li nav Mexmûrê ye, venekişiya ye’
Gelo hilbijartinên Serokatiya Kurdistanê têne paşxistin?
Serokê Partiya Tirkmen: Bi ser mal û baregehên me de girtin, binçavkirinan destpê kiriye
Ebadî: Îdiayên avakirina herêma sêyemîn li Iraqê nerast in
Heşdî Şebî tank danî pêşiya xaniyê Serokê Meclîsa Kerkûkê
Etîketan:
Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de