02:14 21 Hezîran 2018
Pêşmerge

‘Pêşmerge li nav Mexmûrê ye, venekişiya ye’

© Sputnik / HİKMET DURGUN
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Fermandarê hêza Pêşmerge li mihwerê Mexmûrê Zeryan Şêxwesanî ragihand ku ew digel hêza Pêşmerge li nav Mexmûrê ye.

Li gor nûçeya BasNewsê, Zeryan Şêxwesanî da xuyakirin ku ew bixwe jî li Mexmûrê ye û hêzên Pêşmerge Mexmûr û derdora wê bicih nehiştine, li cihê xwe ne.

Fermandarê Pêşmerge got, "Her weke berê hêzên pêşmerge û polîsên Mexmûrê li bajêr hene. Herwiha artêşa Iraqê li derdora bajarok heye ku ev çend sal in hene. Derbarê wê yekê de ti guhertin rûnedane."

Şêxwesanî da zanîn, "Niştecihên Mexmûrê jiyana xwe ya asayî didomînin û li malê xwe ne û rewşa ewlehiya bajar gelekî aram e."

Bi heman mijarî:

Serokê Partiya Tirkmen: Bi ser mal û baregehên me de girtin, binçavkirinan destpê kiriye
Şêx Cefer: Piştî vekişandina Kerkûkê me Barzanî haydar kir
Heşdî Şebî tank danî pêşiya xaniyê Serokê Meclîsa Kerkûkê
Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge li gor peymana Mûsilê pozîsyonê distîne
Hevpeymanî: Di navbera hêzên Iraqî û Pêşmerge de ti şerekî nû rûneda
Operasyona Artêşa Iraqê ya Kerkûkê wê bandoreke çawa li herêmê bike?
Kerkûk çawa hate kirîn?
Etîketan:
Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de