08:40 25 Mijdar 2017
Zindî
    Bajarê Kerkûkê

    Şêx Cefer: Piştî vekişandina Kerkûkê me Barzanî haydar kir

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Êrişa li ser Kerkûkê (43)
    0 75910

    Fermandarê hêza 70 Şêx Cefer Mistefa li ser vekişandina hêzên Pêşmerge ji Kerkûkê got, “Mi ferman da hêzên Pêşmerge ku xwe ji Kerkûkê vekişînin û çol bikin.”

    Fermandarê hêza taybet a girêdayî Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Mistefa ku di heman demê de endamê serkirdayetiya YNKê ye, ji NRT TVyê re axivî û got, "Piştî ku me dît hêzên pêşmerge xwe li hember êrîşa artêşa Iraqê û Heşda Şebî ranegirt û me zanî ku wê zirarên mezin bidin me, min ferman pê kir paşde vekişin û piştre Kerkûkê berdin."

    ‘PIŞTÎ VEKIŞANDINÊ ME BARZANÎ HAYDAR KIR'

    Fermandarê Pêşmerge di berdewamê de ragihand, "Dema min biryara vekişandinê da min Barzanî haydar nekir û piştî vekişandinê me Barzanî haydar kir."

    ‘JI BO VEKIŞÎNA HÊZÊN PÊŞMERGE JI KERKÛKÊ TI RÊKEFTIN NÎNE'

    Şêx Cefer li ser nûçe û îdiayên rêkeftina YNKê digel Heşdî Şebî û artêşa Iraqê jî got, "Hîç rêkeftin nebûye ji bo ku hêzên pêşmerge Kerkûkê çol bikin û tenê çolkirina Kerkûkê ji aliyê hêzên pêşmerge ve ji bona parastina can û serûmalên welatiyan bûye. Ji aliyekî û parastina hêza pêşmerge ji aliyekî din ve, ji ber ku me hest kir wê zirarên mezin bibin eger şer bike. Çunkî planeke navdewletî heye li dijî Kurdan li navçeya maddeya 140 ya destûra Iraqê."

    Kerkûk
    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    ‘ME JI BO BERJEWENDIYA WELATIYAN EV BIRYAR WERGIRT'

    Şêx Cefer di berdewamê de got, "Me dikarî bo dema du mehan di nav Kerkûkê de şer bikin û derbeyên mezin li artêşa Iraqî bidin û nehêlîn bikeve nava Kerkûkê, lê bi vê yekê Kerkûk wêran û kavil dibû û dê tenê welatiyên Kerkûkê zirar bidîta. Ji ber van sedema ji bo berjewendiya welatiyan me ew biryar wergirt."

    Mijar:
    Êrişa li ser Kerkûkê (43)

    Bi heman mijarî:

    Heşdî Şebî tank danî pêşiya xaniyê Serokê Meclîsa Kerkûkê
    Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge li gor peymana Mûsilê pozîsyonê distîne
    Hevpeymanî: Di navbera hêzên Iraqî û Pêşmerge de ti şerekî nû rûneda
    Operasyona Artêşa Iraqê ya Kerkûkê wê bandoreke çawa li herêmê bike?
    Kerkûk çawa hate kirîn?
    Barzanî derbarê şerê Kerkûkê daxuyanî da: Çi pêwîst be em ê bikin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de