05:28 21 Mijdar 2017
Zindî
    Bajarê Kerkûkê

    Operasyona Artêşa Iraqê ya Kerkûkê wê bandoreke çawa li herêmê bike?

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Hêza Pêşmerge operasyona Kerkûkê wekî ragihandina şer nirxand. Geşedanên li vê herêma ku ji aliyê petrolê ve dewlemend e, piştî referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê pêk hatin.

    Artêşa Iraqê di encama operasyonekê de bajarê Kerkûkê bi tevah3i xist bin kontrola xwe. Televîzyona Russia Todayê (RT) lêkolîn kir ku ev operasyona artêşa Iraqê ya li dijî Kerkûkê dê bandoreke çawa li herêmê bike.

    Kerkûk
    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    'PÊŞMERGE JI GELEK ALIYAN VE JI ARTÊŞA IRAQÊ XURTIR E'

    Yek ji pisporên Enstîtuya Rojhilatnasî ya Akademiya Zanistên Rûsyayê Sergey Balmasov di gotûbêja xwe ya ligel RTyê de parast ku ger alozî zede bibe, artêşa Iraqê wê zirarê bike û ev tişt gotin, "Wendakirina Kerkûkê wê ji bo Herêma Kurdistanê wendahiyeke mezin be, ji ber vê yekê wê ji aliyê Kurdan ve bersiv were dayîn lê niha ne diyar e ku ev dê çawa be. Şerê artêşa Iraqê yê bi DAIŞê re da nîşan ku çekên Rûsî û Amerîkayî hebin jî ji bo şer têrê nakin. Ji gelek aliyan ve pêşmerge hîn ji wan xurtir e. Niha gelek tiş girêdayî faktorên derveyî ne."

    'NIHA TÊKOŞÎNA POZÎSYONÊ TÊ DAYÎN'

    Pisporê Navenda Lêkolînên Erebî û Îslamî yê Akademiya Zanistên Rûsyayê Konstantîn Truevtsev jî got, niha ne pêkan e ku meriv pêşbiniyê bike, ka dê di rojên pêş me de çi biqewime. Truevtsev ev tişt gotin: "Îxtilaf li ser qadên petrolê yên Kerkûkê ye lê li wir gelek tesîsên petrolê hene. Bi îhtimaleke mezin wê di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser rêveberina binesaziya petrolê têkoşîna pozîsyonê were dayîn."

    Truevtsev diyar kir ku mriov ji ber vê yekê ne diyar e ku alî aloziyê asteng bikin an nekin û wisa berdewam kir:

    "Her tim metirsî heye ku aliyek ji aliyan gaveke tund û şaş bavêje. Di vê rewşê de dibe ku şerê leşkeri biqewime. Daxuyanî ne ji aliye Herêma Kurdistanê ve, ji aliyê Pêşmerge ve hat dayîn. Ji ber vê yeke niha ev wekî ragihandina şer nikare were nirxandin. Helbet nîşaneyeke metirsiyê ye lê divê meriv li bende daxuyaniya rêveberiya siyasî be."

    Bi heman mijarî:

    Barzanî derbarê şerê Kerkûkê daxuyanî da: Çi pêwîst be em ê bikin
    Iraq: Em plan dikin ku li Kerkûkê parzûngehek petrolê ava bikin
    El Hekîm: Operasyona Kerkûkê ji bo yekrêziya axa Iraqê bû
    Iraq: Kontrola hemû bîrên pêtrolê yên Kerkûkê ket destê me
    Îran: Ti rola Pasdarên Şoreşê di bûyerên Kerkûkê de tine bû
    Agirê ezelî yê Baba Gurgurê û petrola Kerkûkê ji bo Iraqê
    ‘Hevalbendên kurdan ên rojavayî di mijara Kerkûkê de bêdeng man'
    Etîketan:
    herêm, bandor, Pisporê Enstîtuya Rojhilatnasî ya Akademiya Zanistên Rûsyayê, Sergey Balmasov, Konstantîn Truevtsev, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de