12:36 24 Çile 2018
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî derbarê şerê Kerkûkê daxuyanî da: Çi pêwîst be em ê bikin

    © AFP 2018/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Êrişa li ser Kerkûkê (43)
    0 03

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê şerê li Kerkûkê de peyamek belav kir û ragihand ku, "Tişta li Kerkûkê û çend navçeyan rû da, encama tevger û rêkevtina çend kesan li gel hikûmeta Iraqê bû û çi pêwîst be dê were kirin.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyama xwe de ragihand ku, "Tişta li Kerkûkê û çend navçeyan rû da, encama tevger û rêkevtina çend kesan li gel hikûmeta Iraqê bû."

    Barzanî got: "Bi dirêjahiya dîrokê gelê Kurdistanê di bin gef û zulmê de bûye û mafên wê hatine binpêkirin. Di vê dîrokê de gelê Kurdistanê berevanî li nasnameya xwe kiriye û tûşî cenosîd û komkujiyan hatiye ku ya herî dawîn êrişa dirindane (hovane) ya terorîstên DAIŞê bû bo ser Kurdistanê û cenosîda kurdên Êzidî. Ligel wê jî gelê Kurdistanê herdem ji asoya çareseriya aştiyane ve pêngav avêtine û me ti deman şer nexwastiye, lê belê şer li ser me hatiye sepandin û me hemû hewlên xwe bo çareseriya aştiyane dane bo mana xwe û gihîştina bi armancên xwe. Armanca sereke ya me jî ewlehî û mafên gelê Kurdistanê bûye.

    ‘ENCAMA BIRYARA SIYASÎ YA NAVXWEYÎ YA KURDISTANÊ BÛ'

    Serokê Herêma Kurdistanê li şerê Kerkûkê wiha axivî: "Hevwelatiyên ezîz, ewa ku li bajarê Kerkûkê rû da, di encama biryara yekalî ya çend kesên di nava aliyeke siyasî yê navxwe yê Kurdistanê bû, ku herî dawî bûye sedema wê çendê ku hêzên pêşmerge bi wê awayê ku hat dîtin, paşve vekişin û di encama wê paşve vekişînê de, hêla temasê ya berî destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê ya 17-10-2016ê di navbera Bexda û Hewlêrê de bûye bingeh ji bo lihevkirina derbarê çawaniya belavkirina hêzên Iraqê û Herêma Kurdistanê.

    'EM CEMAWERÊ KURDISTANÊ PIŞTRAST DIKIN'

    Mesûd Barzanî herwiha tekez kir ku, "Em cemawerê Kurdistanê piştrast dikin, ya ku pêwîst e û tê kirin, em dê ji bo parastina destkeftên xwe û aramî û ewlehiya xelkê de bikin."

    Barzanî daxwaza parastina yekrêzî û berxwedêriya gelê Kurdistanê û hêzên siyasî dike û got: "Niha jî em pêdagiriyê li ser parastina yekrêzî û berxwedêriya gelê Kurdistanê û hêzên siyasî dikin, û ez daxwaz ji dezgehên ragihandinê jî dikim ku bi giştî ji asoya hestkirin bi berpirsatiya netewî û niştimanî ve serederiyê li gel rewşa hesas a Kurdistanê û Iraqê bikin."

    ‘GELÊ KURDISTANÊ DÊ BIGIHÎJE ARMANCA XWE'

    Barzanî, di dawiya peyama xwe de cardin gelê Kurdistanê piştrats dike, ku dengê wan bo serxwebûna Kurdistanê û xwîna pêşmerge û şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê bi heder (xusar) naçe û gelê Kurdistanê dê bigihîje armanca xwe.

    Barzanî wiha pê de çû: "Gelê berxwedêr ên Kurdistanê, cemawerên dilsoz û xwebexş, pêşmergeyên qehreman, kesûkarên şehîdên me yên serbilind, ew xwîna ku xortên we di rêya rizgariya Kurdistanê de bexşîne û îro jî her tê bexşîn, ew dengê we yê zelal ku we bo serxwebûna Kurdistanê da û gihande gişt gel û welatên cîhanê, rojek ji rojan bi heder naçe û bi em bi heder jî nadin."

    Gelê Kurdistanê bi îrade û hewla hêz û xortên wê yên qehreman, zû yan dereng dê her bigihîje armancên xwe yên rewa û pîroz, îro roja bawerbûna me ye bi hêz û yekrêziya gelê xwe."

    Mijar:
    Êrişa li ser Kerkûkê (43)
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de