09:15 22 Gulan 2018
    DAIŞ

    ‘Milîtanên DAIŞê dikevin herêmên ku pêşmerge jê vekişiyan'

    © AP Photo / albaraka_news, File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Çavkaniyeke ji hêzên ewlekariya Iraqê ragihand ku milîtanên DAIŞê ji krîza di navbera Hewlêr û Bexdayê sûdwerdigire û tespît kirine ku milîtan ketine gundên pêşmerge jê derketine.

    Çavkanî bersiva pirsên Sputnikê da û destnîşan kir ku milîtan ji gundên Hûbeyceyê ku kontrolê di deste xwe de digirin derketine û ketine hin gundên Kerkûkê û herêma el Dabasê ku 25 kîlometro dikeve bakurê Hûbeyceyê.

    ‘MILÎTAN, SERXWERIYA XWE LI HERÊMÊN KU KETINE AVA KIRIN'

    Çavkaniyê eşkere kir ku milîtan ji berk u pêşmerge û welatiyên sivîl wan deveran berdane bi hêsanî dikevin û li wan herêman serxweriya xwe ava kirine.

    ‘REFERANDÛM TEVAHIYA IRAQÊ ACIZ KIR'

    Ji aliyê din ve pisporê leşkerî Qasî el Mûtasim ji Sputnikê re axivî û ragihand ku, "Referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê hemû iraqiyan aciz kiriye."

    Mûtasim got: "Gavên pêşmerge û Barzanî avêtin teqez li gorî berjewendiyên gelê kurd nebûn. Belê xeyala serxwebûna hemû kurdan heye, lê destkeftiyên ku di demên dawî de bidest xistin dê winda bikin."

    Bi heman mijarî:

    Avahiya Partiya Tirkmenan hat talankirin
    Mehmûd Osman: Bawer nakim ji bo vekişandinê hêzên pêşmerge û Iraqê li hev kiribin
    Lezgînê Çalî: Amerîka serdestiya Îranê qebûl kir
    Iraq: Em plan dikin ku li Kerkûkê parzûngehek petrolê ava bikin
    Endamê Encûmena Hilbijartinan a Kurdistanê: Dibe hilbijartina serokatiyê were bipaşxistin
    Etîketan:
    herêm, pêşmerge, DAIŞ, Sputnik, Qasî el Mûtasim, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de