06:20 20 Çile 2018
Zindî
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Îzvestiya: Rayedarên herêma Kurdistanê dê serdana Moskowê bikin

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê, rayedarên Herêma Kurdistanê êdî li piştgiriyê digerin ku hat ragihandin dê serdana endamên daimî yên Konseya Ewlekariyê ya NYyê bikin. Moskowê ragihand ku amade ye li gel heyeta kurdî perspektîva hevkariyê biaxive.

    Rayedarên Herêma Kurdistanê bi rojnameya Îzvestiyayê re axivî û destnîşan kir ku dê serdanên xwe bi Fransayê dest pê bikin û dê Moskowê bihêlin a dawî.

    DIBE BARZANÎ JÎ SERDANA RÛSYAYÊ BIKE

    Rayedaran diyar kir ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Berpirsê Têkiliyên Derve yê Herêma Kurdistanê û herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî dê di nav de be.

    Li gorî agahiyan, di wan hevdîtinan de dê encamên referandûmê û hevkariya enerjiyê bên axiftin.

    Berdevkê Nûnerîtiya Herêma Kurdistanê li Rûsyayê Mûstefa Danarî diyar kir ku rêzê li helwesta Rûsyayê ji bo referandûmê digirin û teqez kir ku serdana wan bo Moskowê dê yek ji giringtirîn serdanan be.

    MOSKOW: DI MIJARA SERXWEBÛNÊ DE DÊ PIŞTGIRIYÊ WERNEGIRIN

    Rayedarekî ji derdora dîplomatîk a rûsî bi Îzvestiyayê re axivî û diyar kir ku giringiyê didin serdana heyeta kurdî.

    Rayedarî wiha got: "Me berî niha jî kurd qebûl kirin û em amade ne îro jî qebûl bikin. Ihtımal tine ku di mijara serxwebûnê de piştgiriyê bi dest bixin. Lê em amade ne têkiliyên dualî îstîşare bikin."

    Tê pêşbînkirin ku heyeta Herêma Kurdistanê dê serdana welatên Konseya Ewlekariyê ya NYyê bi vê rêzê bike: Fransa, Brîtanya, Çîn, DYA û Rûsya.

    Bi heman mijarî:

    Jiberçûna sotemeniya balafirê rêwî tirsandin
    Iraq: Kontrola hemû bîrên pêtrolê yên Kerkûkê ket destê me
    Îran: Ti rola Pasdarên Şoreşê di bûyerên Kerkûkê de tine bû
    Agirê ezelî yê Baba Gurgurê û petrola Kerkûkê ji bo Iraqê
    Endamê Kongreya Amerîkayê: Divê Amerîka piştgiriya serxwebûna kurdan bike
    Fermandara Mihwera Rojavayê Dicleyê ji bo Şingalê daxuyaniyek da
    Etîketan:
    Nêçîrvan Barzani, mesûd barzanî, Kurdistan, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de