13:10 24 Gulan 2018
    Li Kerkûkê hêzên Iraqî ala Kurdistanê tînin xwar

    Generalê iraqî nehişt ku fermandarê polîsan bi kurdî biaxive

    © REUTERS /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di civîna çapemeniyê ya li Kerkûkê de generalê iraqî nehişt ku Rêveberê Giştî yê Polîsên Kerkûkê bi kurdî daxuyaniyê bide.

    Îro Parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet Rakan Seîd Elî Cibûr, ku Heyder Ebadî tayin kir û Fermandarê Operasyonên Rojhilatê Dîcleyê Elî Fazil Umran û Rêveberê Giştî yê Polîsê Kerkûkê Xetab Omer derbarê rewşa Kerkûkê de civîneke çapemeniyê lidarxistin.

    Di dema civînê de parêzgarê bi wekalet û fermandarê iraqî behsa rewşa bajêr kirin. Herwiha Rêveberê Giştî yê Polîsê Kerkûkê Xetab Omer ku bixwe kurd e, 3 caran daxwaz kir, ku rê bidin wî bi kurdî baxive.

    Lê Fermandarê Operasyonên Rojhilatê Dîcleyê Elî Fazil Umran ev daxwaz qebûl nekir. Li ser vê yekê Rêveberê Giştî yê Polîsê Kerkûkê Xetab Omer eşkere kir, ku ew dê paşî bi rojnamevanan re bicive.

    Ev di demekê de ye, ku li gorî destûra Iraqê kurdî yek ji zimanên fermî ye.

    Bi heman mijarî:

    El Hekîm: Operasyona Kerkûkê ji bo yekrêziya axa Iraqê bû
    Qeymeqamekî nû ji bo Şingalê hat tayînkirin
    ‘Amerîka peymanan binpê dike'
    Independent: Tiştên qewimîn kesî texmîn nedikirin
    ‘Îro Kerkûk sibê hemû Kurdistan e'
    Heşdî Şabî gihişte deriyê sînor ê Perwêzxan
    Etîketan:
    kurdî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de