08:53 23 Çile 2018
Zindî
    Kerkûk

    'Amerîkayê serperiştiya Îranê ji rêkeftina Bexda û YNKê re qebûl kiribû'

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya El Cerîde ya Kiwêtî ragihand ku peymanek di navbera Bexdayê û "partiya serokê Iraqê yê rehmetî Talabanî" de "bi serperiştiya Îranê û qebûlkirineke amerîkî" pêk hatiye berî ku hêzên federal têkevin bajarê Kerkûkê û destnîşan dike ku "birêveberiyeke hevbeş" ji Kerkûkê re yek ji xalên wê hevpeymanê ye."

    Rojanmeyê nûçeya xwe spartiye çavkaniyên payebilind û dibêje: "li gel ku hêzên iraqî û çekdarên kurd di destpêkê de çend gule bera hev dan jî, lê Bexda û partiya serokê kurdî yê rehmetî Celal Talabanî karî peyamnekê bi serperiştiya Îranê û pejirandineke amerîkî pêk bînin ku di nava wê de birêveberiyeke hevbeş ji Kerkûkê re heye ku herdû alî li ser erd û petrola wê li hev nakin".

    Li gorî rojnameyê "vê peymanê rê li ber hêzên federal vekiriye ku heta asteke bilind bi aştiyane bikevin nava bajarî û herdû alî ji wendahiyên texmînkirî jî xelas kirin."

    Di berdewamiya nûçeyê de, sedemeke din jî tê destnîşankirin û wiha tê gotin: "Tiştê hebûna peymaneke wiha xu di navbera Bexda û partiya Talabanî de xurttir dike ew e ku leşker bi hêsanî derbas bûn û ew jî tenê li wan herêman çêbû ku ew partî kontrol dike bêyî ku nêzîkî xetên Partiya Demokrata Kurdistanê ya reqîb bibin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serokatiya wê dike û li derveyî rêkeftinê maye."

     

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan li dijî peymana Bexda û Tehranê derket: Dê encamên xirab derxe holê
    ‘Kurdistan bibe dewlet jî Tirkiye wê bernade’
    Barzanî bo Tirkiyê: Kurdistan cihê bi ewle yê ku hûn dikarin pişta xwe bidinê ye
    Herêma Kurdistan û Îranê 2 protokol îmze kirin
    ‘Dê Kurdistan dewleta hemû Kurdistaniyan be'
    Kurdistan amadehiya destûra nû ya ji bo dewleta serbixwe dike
    Asian Times: Kurdistan li Rojhilata Navîn wê bibe mînaka serkeftinê
    Etîketan:
    Mesûd Barzanî, Celal Talabanî, Bexda, Iraq, Amerîka, Îran, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de