14:52 24 Çile 2018
Zindî
    Kerkûk

    Agirê ezelî yê Baba Gurgurê û petrola Kerkûkê ji bo Iraqê

    © AFP 2018/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Duh Hêzên Artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî operasyona kontrolkirina bajarê Kerkûkê da destpêkirin û îro jî kêlîgehên Bay Hesen û Avanayê jî kontrol kirin. Petrola Kerkûkê çiqas e û rêjeya wê di petrola Iraqê de çiqas e.

    Iraq li gel Kurdistan xwedan duyem rezervên petrolê yên cîhanê ne ku li gorî nirxandinên raportan, 140 milyar bermîlên petrolê hene ku dikare were derxistin lê hinek raportên din dibêjin 74 milyar bermîl hene. Herwiha hinek raport hene ku gelekî geşbînin û dibêjin 220 milyar bermîlên petrolê hene. Piraniya kêlîgehên petrolê li başûr in û di ser keştîgeha Besrayê re tê şandin.

    AGIRÊ EZELÎ: BABA GURGUR

    Ew agirê ku ji kêlîgeha Baba Gurgura Kerkûkê wek "Agirê Ezelî" tê nasîn û ji ber gaza ku ji qelşên ji erdê derdikeve vêketiye, vedigere demeke dêrîn ku li gorî hinek çavkaniyan tên gotin ji 550 salî berî mîladê ve ji ber xwe ve vêketiye û heta îro jî vêketî ye. Ew agir li gel baran, berf û bayî jî her vêketî ye û qet venamere lewra navê "agirê ezelî" lê hatiye kirin."

    Kêlîgeha petrolê ya Kerkûkê kevintirîn kêlîgeha petrolê ya Iraqê ye duyem mezintirîn kêlîgeha petrolê ya cîhanê ye piştî kêlîgeha Xewarê ya Erebistana Siûdî. Herwiha ji aliyê hêza hilberandinê ve pêncemîn kêlîgeha cîhanê ye.

    Demekê hilberandina rojane ya petrolê li bîreke kêlîgehê gihişt 100 hezar lê niha di zik hev de 35 hezar bermîl e.

    DÎROKA WÊ KÊLÎGEHÊ

    Ev kêlîgeh di sala 1927an de hat keşifkirin û sala 1934an bi birêveberiya Şirketa Petrola Iraqê dest bi hilberandinê kir. Hilberandinê piştî avakirina xeteke boriyan ji Kerkûkê heta du keştîgeha Heyfayê berî damezirandina Îsraîlê û keştîgeha Terablusê ya Libnanê dest pê kir. Paşê jî di ser keştîgeha Banyasê ya sûrî re dihat şandin lê di dema şerê Iraq û Îranê de, Hikûmeta Sûriyeyê ew borî girt.

    Niha jî petrola Kerkûkê di nava erdên Tirkiyeyê re bo keştîgeha Ceyhanê ya li ser Deryaya Spî re tê şandin.

    Kêlîgeha Petrolê ya Kerkûkê yek ji giringtirîn kêlîgehên li Iraqê ye ku tê texmînkirin rezervên wê nêzîkî 10 milyar bermîlên ji kalîteya baş tê de hene. Hêza herî zêde ya hilberandinê ya rojane li kêlîgehê digihêje milyonek bermîl lê di salên dawî de daketibû 150 hezar bermîlî.

    "PETROLÊ KERKÛKÊ TENÊ 12% Jİ TEVAHİYA PETROLA IRAQÊ YE"

    Ji aliyê din ve, nirxandin destnîşan dikin ku tevahiya rezervên Parêzgeha Kerkûkê li gorî herêmên din ên Iraqê normal e ku ne zêdetirî 13 milyar bermîl e anku 12% ji tevahiya rezervên petrola Iraqê bi giştî ye.

    Giringtirîn kêlîgehên petrolê yên Kerkûkê, Kerkûk, Baba Gurgur, Cembûr, Xebaz, Xormal, Bay Hesen û Avana ne.

    Bi heman mijarî:

    Sîrwan Barzanî: Em ji Kerkûkê venakişin
    Ji Pentagonê daxuyaniya Kerkûkê
    Ji artêşa Iraqê belavoka Kerkûkê: Em li benda fermanê ne ku bikevin bajêr
    Haşdî Şabî ji başûrê Kerkûkê vekişiya û hêzên Pêşmerge bi cih bûn
    Kurdistan: Em îdareya dualî ya Kerkûkê qebûl nakin
    Hêzên Iraqê ber bi Kerkûkê ve dest bi tevgeriya leşkerî kirin
    'Li Kerkûkê 12 milîsên Haşdî Şabî hatin kuştin û 7 wesayît jî hatin rûxandin'
    Dîplomatê amerîkî: Milîsên Îranê êrişî Kerkûkê kirin
    Etîketan:
    petrol, Kurdistan, Iraq, Heyfa, Îsraîl, Tirkiye, Baba Gurgur, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de