15:08 25 Hezîran 2018
Rizgar Mihemed

Qeymeqamê Mexmûrê: Rewşa herêmê aram e

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 10

Qeymeqamê navçeya Mexmûrê Rizgar Mihemed ragihand ku rewşa Mexmûr û navçeyê arame û jiyana xelkê bi awayekî asayî didome û bazar wekî xwe ye.

Qeymeqamê navçeya Mexmûrê Rizgar Mihemed di axaftina xwe ya ji bo rewşa herêmê ji nûçegihanê ajansa Spûtnîkê re got: "Rewşa Mexmûr û navçeyê arame û jiyana xelkê bi awayekî asayî didome û bazar wekî xwe ye."

Rizgar Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de got: "Raste şevê din hinek xelkên navçeyê zarok û xêzanên xwe veguhestin bo Hewlêr û nawçeyên din, lê zelam di nava malên xwe de mane û jiyan îro asayi ye."

Mihemed di dirêjiya axaftina xwe de got: "Heta niha hêza Pêşmerge di sengerên xwe deye û qet paşde venekişîne. Ji bo paşde vekişîna Pêşmerge ti ferman nehatiye dayîn."

Bi heman mijarî:

Mexmûr - Artêşa Iraqê dîsa dest bi operasyina li dijî DAIŞê kir
MEXMÛR - Peşmerge û hêzên Iraqê dest bi operasyonê kir!
MEXMÛR - Artêşa Iraqê derbasî sînor bû!
MEXMÛR - Pêşmerge: ‘DAIŞê taktîka şerê xwe guhertiye’
MEXMÛR - Bombebarana li dijî DAIŞê dest pê kir!
MEXMÛR -Amerîkayê û Pêşmerge bi hevra li DAIŞê xistin
Etîketan:
Qeymeqamê Mexmûrê, Rizgar Mihemed, Mexmûr, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de