15:08 25 Hezîran 2018
Operasyona azadkirina Şengalê, bombebarana navenda DAIŞê

Artêşa Iraqê û Haşdî Şabî êrişî Şingalê kirin

© AP Photo / / Bram Janssen
Kurdistan
Lînkê kurt
0 06

Hat ragihandin ku artêşa Iraqê û Haşdî Şabî êrişî herêma Şingalê kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, artêşa Iraqê û Haşdî Şabî derbasî nava Şingalê bûne û alayên Iraq û rêxistinên Haşdî Şabî bilind kirine.

Artêşa Iraqê û polîsê federal li derdora bajêr bi cih bûye û derdora 500-600 milîsên Haşdî Şabî jî ketina nava bajêr û li ser avahiyên fermî ala Iraqê hatiye daleqandin.

Li rojhilatê bajarê Şingalê di navbera hêzên Pêşmerge û Haşdî Şabî de şer û pevçûn derketiye û piştî pevçûnê Haşdî Şabî ji herêmê vekişiya ye.

Ji aliyê din ve hêzeke Haşdî Şabî ji bo kontrola deriyê sînor ê Rabîa Ewenê bi dest bixe ketiye hewledanê.

 

Bi heman mijarî:

Li Şengalê teqîn: 3 kes canê xwe ji dest dan
Li Şengalê 10 gorên komî hatin dîtin
Heşdî Şebî operasyoneke nû li Şengalê da destpêkirin
Wezareta Pêşmerge: Gelek caran ji PKKê hatiye xwestin ku Şengalê vala bike
Berdevkê Mîrê Şengalê: Di destê DAIŞê de 3400 keç û jinên êzîdî hene
Etîketan:
Polîsên Federal ên Iraqê, Haşdî Şabî, Şengal, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de