16:01 23 Mijdar 2017
Zindî
    Operasyona Mûsilê - Pêşmerge

    Hejmara pêşmergeyên ku di operasyona Kerkûkê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere bûn

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1073 0 0

    Bijîşkê nexweşxaneya Çemçemal a bajarê Silêmaniyê Şêrzad Hesen di axaftina xwe de ragihand ku di operasyona Kerkûkê de 17 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û 64 jî birîndar bûn.

    Bijîşkê nexweşxaneya Çemçemal a bajarê Silêmaniyê Şêrzad Hesen di axaftina xwe ya çapemenî de ragihand ku di operasyona artêşa Iraqê ya bi ser Kerkûkê de 17 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û 64 jî birîndar bûn.

    Çavkaniyekî li herêmê di axaftina xwe ya Spûtnîkê de got: "Duhî berê sibehê ji Silêmaniyê ji bo vekişandinê biryar hatibû dayîn û piştî biryarê bi hezaran Pêşmerge vekişiyabûn. Hinek Pêşmerge guh nedan fermana vekişandinê û bi milîsên şîe re şerê xwe dewam kirin."

    Çavkanî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Pêşmergeyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ji ewlehiya Kerkûkê berpirsyar bû. Kurê Celal Talebanî Pavel Talebanî bi Qasim Silêmanî re hevdîtineke taybet pêk anî û bêyî berxwedanê Kerkûk teslîmî wan kir."

    Bi heman mijarî:

    Hêza Pêşmerge: Bîrên Petrolê di bin kontrola me de ne
    Gelo dê Amerîka alîkariyên Pêşmerge qut bike?
    Fermandarê Pêşmerge: Biryara paşvekişînê ji bo parastina canê pêşmerge bû
    Berpirsên Pêşmerge û artêşa Iraqê li ser eniya Germesêr li hev kirin
    Fermandariya Pêşmerge: Heşdî Şabî bi pêşengiya Pasdarê êrîş dike
    Ebadî bang li pêşmerge kir: Beşdarî artêşa Iraqê bibin
    Etîketan:
    PDK, YNK, Qasim Silêmanî, Pavel Talebanî, Şîrzad Hesen, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de