02:14 21 Hezîran 2018
Pêşmerge

Hêza Pêşmerge: Bîrên Petrolê di bin kontrola me de ne

© REUTERS / Zohra Bensemra
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hêza Piştgiriya Yek a bi ser Hêzên Pêşmerge ve ragihand ku zeviya petrolê ya Bay Hesenê di bin kontrola wan de ye.

Piştî ku beşek ji hêza pêşmergeyên bi ser Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ve li sînorê Kerkûkê vekişiyan û cihên xwe dane Haşdî Şabî, hin dezgehên ragihandinê belavkirin ku Pêşmerge ji Bay Hesenê vekişyane. Hêza Piştgiriya Yek a bi ser Hêzên Pêşmerge derbarê vê yekê de daxuyaniyek da û ev dengo red kir.

Hêza Piştgiriya Yek di daxuyaniyekê de ragihand ku ew hemû wan dengoyan red dikin ku dibêjin hêzên wan ji Bay Hesenê ji Kerkûkê hatine vekişandin û heta niha hêzên wan li wir bicî mane.

Wekî tê zanîn piştî paşde vekişiyana beşek ji Hêza Pêşmergey yên ser bi YNKê ve hêzên îraqî dest danî ser Kompaniya Petrola Bakur, lê zeviyên petrolê yên Havana û Bay Hesen ji aliyê Hêzên Pêşmergey yên ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve tên parastin û Haşdî Şabî nikariye dest dane ser.

 

 

Bi heman mijarî:

Kurdistan: Em îdareya dualî ya Kerkûkê qebûl nakin
Kurdistan: Iraq, Tirkiye û Îranê berî referandûmê gotûbêjên nepenî kirine
Wezareta Pêşmerge sedema girtina rêya navbera Kurdistan û Mûsilê eşkere kir
Şêwirmendê Serokwezîr: Kurdistan bi destê Tirkiyeyê tê avakirin
Civîna Serkirdatiya Siyasî ya Kurdistan-Iraqê bi serokatiya Barzanî dest pê kir
Etîketan:
YNK, PDK, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de