06:18 24 Çile 2018
Zindî
    Pêşmerge - Kerkûk

    Parlamentarê Goranê xalên rêkeftina YNKê eşkere kir: Herêm û hikûmeteke nû tê avakirin

    © REUTERS/ Ako Raşid
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê Iraqê li ser lîsteya Tevgera Goran Mesûd Heyder xalên naveroka rêkeftina ku tê îdiakirin di navbera Pavel Talebanî û Berpirsê Rêxistina Bedir a milîsên Şîe û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Heşda Şebî Hadî Amirî de, hatiye çêkirin eşkere kir.

    Mesûd Heyder ragihand, piştî referandûma 25ê îlonê ya serxwebûna Herêma Kurdistanê, di navbera Pavel Talebanî û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Heşda Şebî Hadî Amirî de, bi serpereştiya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û bi navbeynkariya Fermandarê Hêza Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Silêmanî rêkeftineke 9 xalî hatiye girêdan.

    Li gor xalên rêkeftinê ku Rûdawê belav kiriye, hêzên Iraqî bê şer dê vegerin navçeyên berî 2014an û herêmeke nû ji Silêmanî, Kerkûk û Helebce were avakirin û hikûmetek ji bo wê were avakirin.

    'HERÊM Û HIKÛMETEKE NÛ LI KERKÛK-SILÊMANÎ Û HELEBCE TÊ AVAKIRIN'

    Parlamentarê Goranê xalên rêkeftinê wiha rêz kirin:

    • Bicihkirina hêzên iraqî li herêmên kurdan ên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û vekişandina Hêzên Pêşmerge ji wan herêman.
    • Navenda Kerkûkê bi awayekî hevbeş tê îdarekirin. 15 tax ji bo Kurdan, 25 tax jî ji bo pêkhateyên din, ev ji bo 6 mehan dirêj dike.
    • Rêveberiya cihên stratejîk yên Kerkûkê dê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bê îdarekirin. Bargeha Keywan, balafirxane û bîrên petrolê dikevine dest hikûmetê.
    • Vekirina firokxaneya Silêmanî.
    • Mûçeyên fermanberên Silêmanî û Kerkûkê hikûmeta Iraqê dê bide.
    • Dayîna mûçeyên pêşmergeyên sînorê Silêmanî dê li gor lîsteya ku Pavel Talebanî amade dike be.
    • Avakirina Herêma Silêmanî-Kerkûk-Helebce
    • Avakirina hikûmeteke nû ji herêma nû re
    • Avakirina hikûmetekê ji bo herêma nû.

     

    Bi heman mijarî:

    NYyê ji bo Kerkûkê bangewazî li Iraq û Kurdistanê kir
    Qeymeqamê Tuzxurmatu hat guhertin û kesekî ereb hat tayînkirin
    Nûnerê PDKê: Dibe Kerkûk ji nû ve were standin
    Trump li ser rewşa Kerkûkê axivî: Bi Kurdan re bi salan têkiliyên me çêbûn
    Ji Pentagonê daxuyaniya Kerkûkê: Fermandarên me navbeynkariyê dikin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de