14:22 11 Kanûn 2017
Zindî
    Hêzên Iraqî li Kerkûkê

    Nûnerê PDKê: Dibe Kerkûk ji nû ve were standin

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Êrişa li ser Kerkûkê (43)
    0 0 0

    Nûnerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Rûsyayê Xoşavî Babekir ragihand ku dibe Hewlêr ji nû ve hewil bide Kerkûkê bistîne.

    Babekir got, "Li Kerkûkê rewş girand e. Hîn ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê (Mesûd Barzanî) ve ti daxuyaniyeke fermî nehatiye. Ji bo me Kerkûk beşek ji Kurdistanê ye. Ji ber vê jî ti kesek Kerkûkê bernade."

    Nûnerê PDKê diyar kir, her çiqas ew nikare daxuyaniyeke fermî bide jî, ‘lê dibe ku ev pêk were'.

    Babekir herwiha bi bîr xist ku Herêma Kurdistanê amade ye li ser rewşa Kerkûkê danûstandinê bi Iraqê re bike û da xuyakirin, "Dibe ku li demjimêrên êvarê daxuyaniyeke Barzanî hebe. Helbet divîya hevdîtin beriya pevçûnan bihatina kirin, lê em jê re amade ne. Aliyê Kurdan muzakereyan red nake."

    Mijar:
    Êrişa li ser Kerkûkê (43)

    Bi heman mijarî:

    Trump li ser rewşa Kerkûkê axivî: Bi Kurdan re bi salan têkiliyên me çêbûn
    Fermandarê Pêşmerge: Biryara paşvekişînê ji bo parastina canê pêşmerge bû
    Berpirsê YNKê: Nûçeyên radestkirina Kerkûkê nerast in, planeke navdewletî ye
    Ji Pentagonê daxuyaniya Kerkûkê: Fermandarên me navbeynkariyê dikin
    ‘Aqûbeta Fermandarê Hêza 70 Şêx Cafer nediyar e’
    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê çû Îsraîlê
    Sûriyê pişrast kir ku wan bersiva balafira Îsraîlê daye
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de