23:40 23 Mijdar 2017
Zindî
    YNK

    Berpirsê YNKê: Nûçeyên radestkirina Kerkûkê nerast in, planeke navdewletî ye

    © Foto: www.pukpb.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 47220

    Berpirsê YNKê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Lawend Celal Axa, li ser rûdana li Kerkûkê helwesta partiya xwe ji Spûtnîk Kurdistanê re ronî kir û got, "Ew nûçeyên derbarê radestkirina Kerkûkê de, hîç rastiyek wan nîne.”

    Piştî belavbûna hin nûçeyan ku beşeke serkirdatiya YNKê bi rêkeftina ligel Îran û Iraqê îro 16ê Cotmehê bajarê Kerkûkê radestî artêşa hikumeta Iraqê kiriye û vekişandina hêza pêşmerge bi fermana hin berpirsên bilind ên YNKê bûye.

    'HEVALÊN PDKÊ PAŞXISTINA REFERANDÛMÊ QEBÛL NEKIRIN'

    Şêwirmendê Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ji pişka YNKê, li mijara radestkirina Kerkûkê wiha axivî: "Bajarê Kerkûkê piraniya xelkê wê alîgir û endamên YNKê bûn, kî bawer dike YNKê rêkeftinek li ser xelkê xwe bike û bajarê cemawerê xwe bide destê Iraqê. Kî bawer dike iç eqlek werdigire hêzeke siyasî û leşkerî bajarê xwe bide destê dujminên xwe. Ev e karê medya PDKê ye. Di vê berpirsiyariya serneketina refrandûmê bixe ser stûyê YNKê ji ber ku berî niha YNKê got; bila em referandûmê encam nedin ji ber ku niha dem dema wê nîne û bila em bedîla referandûmê ji welatên Rûsya û Amerîka û hevpeymanan qebûl bikin. Lê hevalên PDKê ew yek qebûl nekirin."

    Kurdistan - Kerkûk
    © REUTERS/ Ako Rasheed
    'TIŞTA KU LI KERKÛKÊ QEWIMÎ ENCAMA SERNEKETINA REFERANDÛMÊ YE'

    Lawend Celal Axa herwiha got, "Ya ku niha rû dide ji encama serneketina referandûmê ye û hevalên PDKê divê şikestinê bixin ser stûyê yekê din û baştir tişt jî ew bêjin; YNK ligel Îranê ye."

    'YNKÊ ŞER KIRIYE, LÊ PDKÊ HÎÇ ŞER NEKIRIYE'

    Lawend Celal Axa li ser pirsa ‘Ji bo çi pêşmergeyên bi ser YNKê ve sengerên xwe berdan?' jî wiha axivî: "Ew serkirdên ku PDK tawanbar dike, gelo her ew bûn şer kirin û şehîd û birîndar dan û PDKê hîç şer nekiriye û tenê YNK şer dike. Ya diduyan; ew pilana ku ew behs dikin gotinek lokalî ye ji ber ku ez bawerim ev plan gelek mezin e ji wêya ku ew behs dikin planeke navdewletî û Tirkiya û Îran bi hurgilî haydar in jê. Û firokên hevpeymanan li esmanê Kerkûkê dizîvirin û dibînin çawa Heşda Şe'bî êriş dike, lê bê deng in ev e nîşanê wê yekê ye ku ev plan navdewletî ye. Ya sisê; daxuyaniya hevpeymanan gelekî rûne ku dibêje, ev e tenê bizavtina hêza ye û nabêje ev e şer e. Yanî hevpeyman haydar in ji şer, berî niha serkirdatiya siyasiya Kurd haydar kiriye ku referandûm encam nedin û bedîla qebûl bikin, lê me qebûl nekir. Niha ev e encama wê ye."

    'PLANEKE NAVDEWLETÎ YE, ARMANC VEGERANDINA REWŞA BERÎ 2003YAN E'

    Berpirsê YNKê dubare bi bîr xist ku ya ku niha li Kerkûkê rû daye planeke navdewletî ye û dibêje, "Armanca wê vegerandina herêma Kurdistanê ye bo rewşa berî sala 2003yan."

    YNK 3 RÊYÊN ÇARESERIYÊ PÊŞNIYAR DIKE

    Lawend Celal Axa destnîşan kir ku ‘ti rêkeftineke YNKê bi Îran û Iraqê re çênebûye' û got: "Nexêr ji ber ku xelkê Kurdistanê baş dizane çi rêkeftin nîne û tawanbarkirina YNKê bi wê rêkeftinê hîç rastî û binemayek bo nîne. Gotineke lokalî ye, lê ji bo çareserkirina vê doxê li ser sê astan YNK hewla çareseryê dide: Yek; bi rêya serokomar li Bexdayê, ya diduyan; bi rêya nûnerên YNKê bi hevkariya aliyên siyasî li Bexdayê û ya sisêyan jî berdewamiya komcivînên YNKê û welatên hevpeymanan bi taybetî Amerîka ku îro jî civînek li dar xistîye bi merema dîtina çareseriyekê ji reşê (kêşeyê) re."

     

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    Ji Pentagonê daxuyaniya Kerkûkê: Fermandarên me navbeynkariyê dikin
    Berdevkê Hikûmeta Tirk: Qada hewayî li Herêma Kurdistanê hat girtin
    Sûriyê pişrast kir ku wan bersiva balafira Îsraîlê daye
    ‘Artêşa Iraqê û Heşda şebî ber bi nahya Celewlayê ve diçin'
    Berpirsên Pêşmerge û artêşa Iraqê li ser eniya Germesêr li hev kirin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de