15:42 18 Kanûn 2017
Zindî
    Hêzên Iraqê li Kerkûkê

    ‘Aqûbeta Fermandarê Hêza 70 Şêx Cafer nediyar e’

    © REUTERS/ Stringer
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat îdiakirin ku piştî operasyona ser Kerkûkê ya Heşda Şebî û artêşa Iraqê aqûbeta Fermandarê Hêza 70 ya Pêşmerge Şêx Cafer Mistefa ku di bin baskê YNKê de ye, hîn nediyar e.

    Li gor nûçeyeke BasNewsê ku dispêre çavkaniyeke Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, heta niha çarenivîsa Şêx Cafer Mistefa ku fermandarê Hêza 70 ye diyar nebûye ku li kuderê ye.

    Heman çavkaniyê daye xuyakirin ku Şêx Cafer herî dawî ligel berpirsên YNKê yên gruba Lahor Cengî hatiye dîtin.

    Li aliyê din, nîqaşên derbarê beşdarbûn yan beşdarnebûna nav rêkeftina lihevkirina li ser Kerkûkê bi artêşa Iraqê û Heşda Şebî re ya Şêx Cafer jî berdewam dikin.

    Hêjayî bîrxistinê ye, îro piştî vekişîna hin hêzên pêşmergeyên girêdayî YNKê ji sengerên Kerkûkê, Wezareta Pêşmerge biryarek derxist ku hêza 70 ya Pêşmerge ji nav wezarê derxe.

    Bi heman mijarî:

    Sûriyê pişrast kir ku wan bersiva balafira Îsraîlê daye
    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê çû Îsraîlê
    Berpirsên Pêşmerge û artêşa Iraqê li ser eniya Germesêr li hev kirin
    Artêşa Tirk: Li Herêma Kurdistanê 2 leşkerên me jiyana xwe ji dest da
    ‘Artêşa Iraqê û Heşda şebî ber bi nahya Celewlayê ve diçin'
    Berdevkê Hikûmeta Tirk: Qada hewayî li Herêma Kurdistanê hat girtin
    PDK li ser rewşa Kerkûkê dicive
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de