12:45 20 Hezîran 2018
Artêşa Iraqê

‘Artêşa Iraqê û Heşda şebî ber bi nahya Celewlayê ve diçin'

© AFP 2018 / MOADH AL-DULAIMI
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Berpirsyekê YNKê li nahya Celewla raghand ku niha artêşa Iraqê û hêzên Heşda şebî ber bi bajarê Celewlayê ve diçin û niha li benda fermana serkirdetiya YNKê ne dê çawa tevbigerin.

Berpirsê Komîteya YNKê yê li Celewlayê Xelîl Xuda Dad ji çapameniyê re axivî û diyar kir ku konrola Celewlayê di deste Pêşmerge de ye, lê Artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şebî berbi nehyeyê ve diçin û dibe demeke kin de jî êriş bikin.

Tê gotin ku îro piştî têkçûna rewşa Kerkûkê hêza Pêşmerge ji nahya Qeretepe vekişiyane û artêşa Iraqê ketiye navendê ku ew jî nêzî nahya Celewlayê ye.

Ji alyek din çavkanyek ji baskê germiyan raghand ku Berpirsê eniya wê eniyê Mehmud Sengay li gel berpirsên Heşda Şebî ji bo rewşa deverê û çewanya rêgirtinê di civînê de ne.

Bi heman mijarî:

Berdevkê Hikûmeta Tirk: Qada hewayî li Herêma Kurdistanê hat girtin
PDK li ser rewşa Kerkûkê dicive
Çîn: Em piştgiriya yekrêziya axa Iraqê dikin
Pûtîn biryarnameya li dijî Koreya Bakur îmze kir
Ji MGKyê bo Kurdistanê du mueyideyên nû
Etîketan:
pêşmerge, Xelîl Xuda Dad, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de