02:42 13 Kanûn 2017
Zindî
    Hêzên Iraqî -  Kerkûk

    Polîsên Federal ên Iraqê: Me avahiya walîtiya Kerkûkê kontrol kir

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Polîsên Federal ên Iraqê daxuyand ku wan avahiya hikûmetê ya li Kerkûkê kontrol kiriye. Hat ragihandin ku avahî bêyî ku bi Pêşmerge re şer biqewime, hatiye kontrolkirin.

    Herwisa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ferman da, ku li Kerkûk û herêmên din ên bi nakokî ala Iraqê were hilgirtin.

    Di dîmenan de tê dîtin ku tîma ku ji aliye Amerîkayê ve hatiye perwerdekirin, bi wesayitên Humveeyan dikevin avahiyê.

    PARÎNGEHÊN PETROLÊ YÊN BAI HESSEN Û AVANAYÊ HATIN GIRTIN

    Ji aliyê din ve rayedarên Herêma Kurdistanê daxuyand ku wan ji ber metirsiyên ewlehiyê parîngehên petrolê yên Bai Hessen û Avanayê, ku rojê 350.000 bermîl petrol jê tê girtin, hatine girtin.

    Hat diyarkirin ku vegerîna karkerên sivîl û destpêkirina xebatan wê piştî diyarbûna nêta hêzên Iraqî were pêkanîn.

    Bi heman mijarî:

    Baydemîr: Piştgiriya Kerkûkê, parastina rûmet û îradeya gelê Kurdistanê ye
    'Ketina Kerkûkê encama lihevkirina YNKê û Îranê ye'
    Lavrov derbarê Kerkûkê de daxuyanî da
    PKKê: Me xeta parastinê li Kerkûkê ava kir
    Haşdî Şabî hewl dide Kerkûkê ji Hewlêr û Silêmaniyê veqetîne
    Etîketan:
    avahî, Walîtiya Kerkûkê, Polîsên Federal ên Iraqê, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de