02:44 13 Kanûn 2017
Zindî
    Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mahmûd

    Mehmûd: Iraqê biryara şer daye hewlên siyasî wê encamên baş nedin

    © Foto: PSDK
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd ragihand ku Haşdî Şabî niha bûye du beş, beşek li aliyê rohilat û ya din jî li rojavayê Kerkûkê hewl dide.

    Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd ku di heman demê de endamê civata bilinda siyasî ya Kurdistanê ji ajansa Spûtnîkê re ragihand ku Haşdî Şabî niha bûye du beş, beşek li aliyê rohilat û ya din jî li rojavayê Kerkûkê hewl dide. Niha şer rawestiyaye, lê dîsa hewlên wan hene ku xw nêzî sengerên Pêşmerge bikin. Hêzên Pêşmerge bi paş ve venagere û dê bersiva her êrişê bide.

    Hecî Mehmûd di berdewamiya axaftina xwe de got: "Niha ti hewleke Pêşmerge û Haşdî Şabî ji bo aramkirina herêmê tuneye, tenê hinek hewldanên Serokomar Fûad Mesûm li Bexdayê hene ji bo dîtina çareseriyê."

    Mehmûd di dawiya axaftina xwe de got: "Ji bo ku hikûmeta Iraqê biryara şer daye bawer nakim çi hewlên siyasî encamên baş bidin."

    Bi heman mijarî:

    Mehmûd Osman: Kurd ne di rojeva Amerîkayê de ne
    Hacî Mehmûd: Piştî referandumê Tirkiye û Îran nikarin deriyê sînor bigirin
    Mihemed Hecî Mehmûd: Ji bo referandûmê hewce nake parlamento kar bike
    Hacî Mehmûd: Divê kurd jî bibin xwedî dewlet
    Dr. Mehmûd Osman: Divê Kurd ji bo serxwebûnê bi Trump re têkiliyan xweş bikin
    Etîketan:
    Rêxistina Haşdî Şabî, PSDK, Hêzên Pêşmerge, Mihemed Hecî Mehmûd, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de