04:35 16 Kanûn 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Kerîm Şingalî: Ev helwesteke dijminane ye li hember gelê kurd

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îro li Dîwana Wezareta Pêşmerge, bi serpereştiya Wezîrê Pêşmerge yê bi wekalet Kerîm Şingalî civîna berfireh a Hevpeymaniya Navdewletî hat lidarxistin.

    Di civînê de Kerîm Şingalî derbarê bûyerên şevê din ên li Kerkûkê zanyarî dan beşdarên civînê û got: "Ev plana êrîşkarî û dijminane ya Heşdî Şabî, artêş û Polîsên Federalî yên Iraqê ya li dijî gelê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê aramî û ewlekariya hemû pêkhateyên Kerkûkê û koçberên Iraqê ketiye metirsiyê de.
    Şingalî ragihand, ku hêzên Iraqê bi çekên pêşketî yên Hevpeymanan careke din êrîş dikin ser navçeyên kurdnişîn û weha pê de çû: "Wan ti hêcetekî serwerî û yekrêziya xak û gelê Iraqê nehiştine. Ev di demekê de ye, ku her dem behsa binpêkirina destûr û pekve jiyana welat dikin."

    Şingalî da zanîn ku ew êdî qet li hember êrîşan bê deng namînin û dest ji parastina gelê Kurdistanê bernadin. Herwiha berpirsiyariya vî şerî jî dikeve ser milê hikûmet û fermandarên leşkerî yên Iraqê.

    Kerîm Şingalî biryara Îranê ya girtina deriyên sînor jî bibîr xist û ev yek weke dorpêça ser gelê Kurdistanê binav kir.

    Şingalî careke din banga çareseriyê û diyalogê li hikûmeta Iraqê kir û diyar kir ku; eger çareserî nebe dê rewşa başûrê Kerkûkê weke xwe bimîne.

    Di civînê de fermandarên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî hêvî kirin ku pirsgirêk bi riya diyalog û danûstandinê çareser bibe û herdu alî jî serî li rê û rêbazên şer nedin. Fermandarên hevpeymanan herwiha eşkere kirin, ku ew ji nêzîk ve rewşê dişopînin û kêlî bi kêlî agahiyan didin berpirsên bilind.

    Bi heman mijarî:

    Rojnamevan Zêrevan: Êrîşî Kerkûk û Mûsilê bikin, dê Amerîka piştgiriya Kurdistanê bike
    Dîroknasê navdar ê tirk: Mûsil û Kerkûk her bûye şûnwarê kurdan
    HDP: Kesên ku di heyata xwe de Kerkûk neditine vêga behsa wê dikin
    Barzanî li Kerkûk bi YNKê re civîneke giring li dar dixe
    Kosret Resûl: Dê Pêşmerge Kerkûk biparêze
    Îran: Me deriyên sînor li ser Herêma Kurdistanê negirtine
    Etîketan:
    Kerkûk, parastin, Deriyên sînorî, Kerîm Şingalî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de