16:00 23 Mijdar 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge Kerkûkê

    Tevahiya Kerkûkê ket bin kontrola Artêşa Iraqê

    © REUTERS/ Ako Rasheed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 338110

    Duh êvarî bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li gel hemû bangên kurdan ên diyalogê, Heşdî Şeibî û Artêşa Iraqê êrîşî Kerkûkê kir û heta niha şer berdewam dike.

    13ê vê mehê Serfermandarê Artêşa Iraqê Osman Elxanimî gef xwar ku dê Kerkûkê kontrol bikin û ragihand, li gorî destûrê Kerkûk girêdayî Iraqê ye û bi çi awayî be, dê vî bajarî kontrol bikin.

    Herwiha roja 13ê vê mehê li Xurmatuyê Heşdî Şabî êrîşî hin partî û malê kurdan kirin. Hin malbataên kurd naçar man ku malên xwe biterikînin. 14ê mehê ev şer rawestiya.

    Roja 14ê vê mehê Fermandarê Hêzên Pêşmerge General Sîrwan Barzanî bi televizyoneke siûdî re axivî û destnîşan kir ku tevgerên hêzên iraqî êrîşkar dixuyên û teqez kir ku hêzên wan di nava Kerkûkê de di rewşa amadebaşiyê de ne û dê ji Kerkûkê venekişin.

    Dîsa di 14ê mehê de Artêşa Iraqê belavokek belavkir û got em li benda fermanê ku bikevine Kerkûkê. Herwiha di belavokê de bang li Kerkûkiyan hate kirin ku ne rahêjin çekan û xwe dûrî navendên partiyan bigrin.

    nameya nû
    • 17:16

      Parêzgarê Kerkûkê yê Ebadi ew tayîn kir gihişt avahiya parêzgeriyê

      Malpera Kanala Al Hedesê ragihand ku Parêzgarê Kerkûkê Eyn Rakan El Cibûrî yê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ew tayîn kiribû li gel hêzên dijî terorê gihiştin avahiya parêzgariya Kerkûkê.

    • 17:05

      Tevgera Esaib Ehl Ehlheqê spasiya hinek rayedarên YNKê kir

      Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Hêmin Hewramî li ser rûpela xwe daxuuyaniyeke Tevgera Esaib Ehl Ehlheqê weşand ku tê de wiha gotibû: Divê em ji bîr nekin ku spasiya hinek serkirdeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û helwesta wêrek a Pêşmergeyan dikin ku berjewndiyên Iraqê û Kurdistanê li pêş girt û qebûl nekir ku li dû projeyên veqetînxwazan ên şexsî û yên israîlî."

    • 16:40

      Şandina petrolê dê dewam bike

      Wezareta Sermyanên Suriştî ya Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku lihevkirinek li wezareta Petrolê ya Iraqê heye ku şandina petrolê ji Kerkûkê dewam bike.

      Li gorî Rûdawê, Saziyên Parastina Petrolê ragihandiye ku Heşdî Şeibî û Hêzên Iraqê kêlîgehên Bay Hesen û Havanayê kontrol nekirine.

    • 16:24

      Bi hezaran sivîl direvin hewlêrê

      Peyamnêrên li Kerkûkê radigihînin ku bi hezaran sivîl ber bi Hewlêrê ve direvin.

    • 16:20

      Kerkûk ket destê Artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî

      Peyamnêrê Spûtnîkê ragihand ku kontrola Kerkûkê bi tevahî ket destê Artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî.

    • 16:16

      Du palîngehên petrolê rawestiyan

      Palîngehên Petrolê yên Havana û Bay Hesenî rawestiyane. Çavkaniyekê ji Reutersê re got, "li gorî agahiyên ji operatorên wergirtine, karkerên sivîl bo malên xwe hatine şandin û ji ber nîgeraniya ewlehiyê, dê hilberandin raweste.

    • 16:13

      Hevpeyman: Êrîş li Kerkûkê tine, şaşfêmkirin heye

      Hevpeymana li dijî DAIŞê ya DYA pêşengiya wê dike ragihand, "pevçûnên li Kerkûkê û derdora wê 'şaşfêmkirin' in.

      Hevpeymanê ragihand ku navgînên Pêşmerge û Artêşa Iraqê dişopînin û wiha bawer dikin ev ne "êrîş" in lê "tevgerên kordînekirî " ne.

    • 15:26

      Goranê bangî Hêzên Iraqî kir: Ji Kerkûkê vekişin

      Tevgera Goranê peyamek derbarê rewşa Kerkûkê de weşand û xwest ku Heşdî Şeibî û Artêşa Iraqê ji Kerkûk û derdora wê vekişin.

      Xalên giring ên daxuyaniya Goranê:

      • Goran bang dike ku hikûmeteke rizgarkirinê ya demkî bê damezirandin
      • Goran bangî hêzên federal û hêzên bi wan ve girêdayî dike ku vegerin sengerên xwe yên berê û ji bo diyalogê rûnên.
      • Referandûma PDK û YNKê ya neplankirî xelkê me, destkevtiyên me, siberoja me xist metirsdariyeke mezin.
    • 15:20

      Şirketa Bakur a Iraqê derbarê petrola Kerkûkê de daxuyaniyek da

      Şirketa Bakur a Iraqê ragihand ku hinek îşaret gihiştine wan ku desthilata kurdî dê ji ber sedemên ewlehiyê herikîna petrolê rawestînin.

      Herwiha Wezîrê Petrolê yê Iraqê bangî birêveberiya kurdî kir ku petrolê nesekinînin.

    • 15:08

      'Artêşa Iraqê hinek xalan kontrol dike'

      Peyamnêra BBCyê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha ragihand: Em ji başûrê rojavayê Kerkûkê ketin Kerkûkê, niha hinek xal ji aliyê Polîsê Federal ê Iraqê ve tên kontrolkirin. Dikan girtî ne û bajar vala ye.

    • 14:55

      Balyozxaneya Amerîkayê: Bila hemû alî yekser şerî rawestînin

      Di daxuyaniyê de wiha gotin: Em bi nîgeranî raportên tundûtûjiya li Kerkûkê dişopînin û bi xembarî agahiyên mirinê werdigirin. Em bangî hemû aliyan dikin ku çalakiyên tundûtûjiyê rawestînin û bi hêminî tevbigerin ku di heman demê de em bi rayedarên hikûmeta navendî û herêmî re ji bo kêmkirina rageşiyê û dûrketina ji pevçûnên nû dixebitin.

    • 14:30

      Hêro Talabanî: YNK dê Kerkûkê biparêze

      Hevserê Serokê YNKê Celal Talabanî, Hêro Talabanî daxuaniyek derbarê şerê Kerkûkê de weşand û tê de teqez kir ku YNKê dê her parêzerê ewle yên Kerkûkê be.

      Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Diyar e ku endamên malbata min wek Aras, Bafir, Qubad, Lahûr û Polad li meydana şerî ne û li gel birayên xwe yên Pêşmerge li pêşiyê ne."

    • 14:26

      Şer di navbera PKK û Heşdî Şeibî de derket

      Peyamnêrê Spûtnîkê bi vîdyoyekê ragihand ku endamên PKKê li dijî Heşdî Şeibî û Artêşa Iraqê şer dike.

    • 14:22

      Aras Talabanî: Bexdayê ji me re gotiye, em ê nekevin Kerkûkê

      Aras Talabanî ragihand ku Hikûmeta Bexdayê ji wan re gotiye ku dê nekevin nava bajarî û wiha pê de çû: "Parêzgarê Kerkûkê reviyaye û pêwîst bû bê darizandin."

    • 14:19

      'Gelek sivîl direvin Hewlêrê'

      Peyamnêrên li bajarê Kerkûkê radigihînin ku gelek tirimbêl ketine rêyan û sivîl ji tirsa tiştên dê biqewimin direvin Hewlêrê.

    • 14:11

      Berdevkê Ebadî: Operasyona Kerkûkê ne girtina deriyên diyalogê ye

      Berdevkê Nivîsgeha Serokwezîritiya Iraqê Seed El Hedîsî ragihand ku tiştê li Kerkûkê diqewime nayê wateya girtina deriyên diyalogê lê tenê hikûmeta federal kontrola xwe li wan deveran disepîne

    • 13:53
    • 13:50

      Wezareta Pêşmerge lêpirsîn da destpêkirin

      Wezareta Pêşmerge lêpirsîn derheqê pêşmergeyên bê şer ji sengeran reviyane da destpêkirin.

    • 13:47

      Fermandariya Polîsên Federal deverên giring ên li Kerkûkê kontrol kirine eşkere kirin

      Li gorî daxuyaniya polîsên federal ew dever wiha ne: Fabrîqeya Gazê ya Bakur, Îstasyona Elektirîkê ya Mele Ebdullah, Pira Meyrem Beg, Pira Xalid, Gundê Sercilan, Navenda Polîsan a Sercilan, Embarên Hedisyê, Feleka Hewîceyê, Biryargeha Amiriye ya Hewîceyê, Gundê Cihêş, Duriyan Reşadê, Gundê Tobizrawe, Gundê Qereş Tepeyê.

    • 13:15

      Ebadî waliyekî ereb li Kerkûkê tayîn kir

      Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî Eyn Rakan ElCibûrî wek parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet tayîn kir ku bi vî awayî dibe yekem parêzgarê ereb ji sala 2003an ve.

    • 13:10

      Tirkiyeyê ji bo şerê Kerkûkê daxuyaniyek da

      Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser şerê Hêzên Pêşmerge û Hêzên Artêşa Iraqê yê li Kerkûkê daxuyaniyek belav kir û got, "Em hişyariyê didin Herêma Kurdistanê, da ku şaşiyeteke din li şaşiyên xwe yên vê dawiyê zede neke."

      Wezaretê diyar kir ku piştî referandûma ne rewa ya Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê ji bo sazkirina serweriya yasayî li Kerkûkê gavan diavêje û em van ji nêzîk ve dişopînin. Wezaretê herwisa di daxuyaniyê de ragihand ku ew daxuyaniya hikûmeta Iraqê ya li ser hebûna endamên PKKê ya li Kerkûkê jî bi kêfxweşî pêşwazî dikin.

    • 13:08

      'Gelê Kerkûkê Îranê tawanbar dike'

      Herwiha peymanera Al Akhabrê ragihand ku xelkê Kerkûkê gazican ji Îranê dikin û dewletên Rojavayî tawanbar dikin bê çima dihêlin Îran wiha bike.

    • 13:04

      'Gelê Kerkûkê gelekî bihêrs e'

      Peyamnerê Al Akhbarê ji Kerkûkê ragihand ku gelê Kerkûkê gelekî hêrs bûye ji ber hinek Pêşmergeyên YNKê bê şer ji vekişiyan.

    • 12:55

      Artêşa Iraqê: Em nakevin nava Kerkûkê

      Du fermandarên Artêşa Iraqê ji Reutersê re ragihand ku "wan fermand wernegirtiye ku têkevin Kerkûkê lê armanca wan ewlekirina derdora Kerkûkê ye."

    • 12:48

      Hêzên Pêşmerge ji Celawele û Qere Tepeyê vekişiyan

      Kanala Al Sumariyayê ya iraqî li gorî nûçeyeke xwe ku dispêre çavkaniyeke herêmî ragihand ku Hêzên Pêşmerge ji biryardehên xwe yê Qere Tepeya Diyalayê vekişiyaye.

      Herwiha heman malperê ragihand ku hêzên pêşmerge ji Celaweleyê jî vekişiyane.

    • 12:35

      Ebadî bangî Pêşmergeyan kir

      Serokwezîrê Iraqê bangî Hêzên Pêşmerge kir û got, "Em bangî Hêzên Pêşmerge dikin ku peywira xwe di bin fermandara Federal de bînin cih ji ber ku beşek in ji hêzên Çekdar ên Iraqî".

    • 12:31

      '10 Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da'

      Cîgirê Birêveberê Tenduristiyê yê Çemçemalê diyar kir ku heta saetê 7ê vê sibehê ji Hêzên Pêşmergeyan 10 kesan jiyana xwe dest daye û 37 kes jî birîndar bûne.

    • 12:29

      Wezîrê Pêşmerge derbarê Kerkûkê de bi hevpeymanê re civiya

      Wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalê ji Hevpeymana Navdewletî re ragihand, ku ew êdî qet li hember êrîşan bê deng nabin û dest ji parastina gelê Kurdistanê nakêşin. Herwiha berpirsiyariya vî şerî jî dikeve ser milê hikûmet û fermandarên leşkerî yên Iraqê.

    • 12:24

      Ebadî: Em erka xwe ya destûrê pêk tînin

       Serokwezîrê Iraqê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand: “Tişta ku me li Kerkûkê kiriye tenê bicîhanîna erkekî destûrî ye ji bo selmandina desthilata federalî û parastina samanên nîştîmanî.”

    • 12:18

      Heşdî Şeibî êrîşî Kerkûkê dike

      Westa Resul fermandarê başûrê Kerkukê ragihand ku armanca Iraqê dest bi sergirtin bîrên petrolê ye li kerkukê û niha Heşda Şeibî ber bi kerkukê îriş di ke û pêşda dihê.

    • 12:15

      Balafirgeha Leşkerî ya Kerkûkê hat kontrolkirin

      Hêzên Iraqê ragihand ku balafirgeha leşkerî ya Kerkûkê ji aliyê Artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî ve hat kontrolkirin.

    • 12:02

      Berdevkê Pêşmerge: Şer rawestiya

      Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgord Hîkmet raghand niha şer li Kerkûkê û derdorên wê rawestyaye û hêza pêşmerge disengerên xwe deye û bi hîç awayekî paşda nahê.

      Helgurd Hikmet
      © Sputnik/ Hikmet Durgun
    weşana zindî
    Tevahiya Kerkûkê ket bin kontrola Artêşa Iraqê
    +
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de