14:57 12 Kanûn 2017
Zindî
    Kerkûk

    'Artêşa Iraqê du saheyên petrolê û baregeheke leşkerî kontrol kirin'

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Artêşa Iraqê ragihand ku du saheyên petrolê û baregeha leşkerî li Kerkûkê kontrol kirin. Li gorî medyaya herêma Kurdistanê, ew dever di bin kontrola YNKê de bûn û bê şer ji wan deveran vekişiyane.

    Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku hêzên iraqî baregeha K-1ê ya leşkerî, bîrên petrolê yên Baba Gurgurê û Bay Hesenî û pergala avrêjiyê ya Kerkûkê kontrol kirine.Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tesîsa xazê a Şîrketa Xazê a Bakur, parzunxqneya xazê, santraleke elektrîkê û navenda polîsan jî hatiye kontrol kirin. Hat gotin ku şûnewareke bi navê Tarklan û herêmê Baijî û du xalên kontrolê yên li vir jî di jêr kontrola artêşa Iraqê de ne. Hêjayî gotinê ye ku piştî ku beşek pêşmerge bêyî şer ji van deran vekişiyan Artêşa Iraqê ev der kontrol kirine.

    "HINEK PÊŞMERGE BI PAŞ DE VEKIŞIYABÛN"

    Ji hêla din ve Rudawê ragihand ku Pêşmerge ji sengerên başûrê Kerkûkê vedikişe. Berdevkê Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Helgurd Hîkmet diyar kir ku, li ser paş ve vekişîna hinek pêşmergeyan wan pêşmergeyên teqwîye şandine Kerkûkê.

    Hikmet ragihand ku li Hewlêrê hat û ço zêde ye di navbera Hêzên Koalîsyonê yên di jêr serweriya Amerîkayê û fermandarên Pêşmergeyan de, dê civînek were li darxistin ji bo geşedanên li Kerkûkê.

    HERÊMA KURDISTANÊ: ARTÊŞA IRAQÊ ÇEKÊN AMERÎKAYÊ BIKARTÎNE

    Ajansa ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser tora xwe ya medyaya civakî twitterê daxuyaniyek parvekir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku: "Artêşa Iraqê di saet 02:30an de li Kerkûkê ji du aliyan êrîşî Pêşmergeyan kir. Di êrîşa ku ji aliyê Başurê Kerkûkê ve hate kirin de tanqên Abrams û trembelên Humvee yên zirxpoşî ku yên Amerîkayê ne bikaranîne.

     

    Agahî tên…

    Bi heman mijarî:

    Kerîm: Kerkûk ji her kesî mezintir e, Pêşmerge rê nade ti kes derbas bibe
    Rojnamevan Zêrevan: Êrîşî Kerkûk û Mûsilê bikin, dê Amerîka piştgiriya Kurdistanê bike
    Dîroknasê navdar ê tirk: Mûsil û Kerkûk her bûye şûnwarê kurdan
    ‘Eger hûn daxwaza Kerkûk û Mûsilê bikin wê Diyarbekir jî ji destê we here'
    Bahçeli: Piştî 81 Duzceyê 82 Kerkûk û 83 jî Mûsil e
    HDP: Kesên ku di heyata xwe de Kerkûk neditine vêga behsa wê dikin
    Etîketan:
    Kurdistan, Êrîş, baregeh, Helgurd Hîkmet, Kurdistan, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de