19:40 22 Hezîran 2018
Kerkûk

Şerê li nêzîkî balafirgeha leşkerî ya Kerkûkê berdewam e

© Sputnik / Dmitriy Vinogradov
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)
0 0 0

Şevê dî hêzên Heşda Şe'bî li navçeya Xurmatûyê êrîşî ser sengerên Hêzên Pêşmerge kiriye û di encamê de ew hêz ketine nava bajarî û kontrola tevahiya bajarî kiriye. Herwiha Fermandarên Pêşmerge radigihînin ku "xelkê Kerkûkê li gel Pêşmerge ketine sengerên şerî daku bajarê xwe biparêzin".

Neqîb Hejar kerkûkî ji hêza Pêşmerge ji spûtnîk Kurdistan ragihand, Hêza Pêşmerge li Medirseya Xalid û Tel Werdê vekşiyane lê Hşeda Şeibî êriş kiriye û di encamê de hejmarek ji kuştî û birîndaran ji herdû aliyan hene.

"8 ENDAMÊN HEŞDÎ ŞEIBÎ HATINE KUŞTIN"

Herwiha xuya kir 8 Heşda Şeibî li nêzî pira Sinaeyê hatine kuştin û wan hewl daye bigihêjin termên xwe û bizvrînin.

Berpirsê Pêşmerge ew yek jî xuya kir ku hêza Pêşmerge niha bi hemû awayekî berevanyê dike û xelkê kerkûk û Kurdistanê jî wek xwebexş ketine  sengerên Pêşmergeda û amade ne bi can berevanyê ji xaka kurdistanê bikin.

"ŞER LI BALAFIRGEHA LEŞKERÎ YA KERKÛKÊ DEST PÊ KIR"

Ji aliyê din ve, Fermandarê Başûrê Kerkûkê Westa Resûl ragihand tenê li nêzî pira Sinaeyê şer di nêvbera hêza Pêşmerge  û Heşda Şe'bî de çê bûye, lê çavkanyek din xuya kir niha li nêzî balefrgeha leşkirî ya Kerkûkê şer di nêvbera hêza pêşmerge û Heşda şe'bî de dest pê kirye û berdewam e.

Herwesa ajansa asayşa herêma kurdistanê her îro sibê şandina çend lîwayên hêza Pêşmerge bo kerkûkê ragihand ku hejmareka mezin a Pêşmerge li xwe digirin bi merema berevanîkirinê wê xwe bigiihêjin sengerên herî pêş ên Kerkûk û navçeyê.
Ji alyekî din çavkanyeke di nêv Kerkûkê ji bo spûtnîkê ragihand" xelkê Kerkûkê hinek çek hilgirtine û ketine di sengerên berevanîkirinê,hinek jî neçar bûne malên xwe bihêlin û ber navçeya Silêmaniyê ve biçin

Mijar:
Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)

Bi heman mijarî:

Barzanî li Kerkûkê bi fermandarên hêzên Pêşmerge re civiya
Ebadî ji bo Kerkûkê hişyarîyeke din da Herêma Kurdistanê
Ji Îbadî pêşnîyara Kerkûkê
Ahmet Turk: Referandûma li Kerkûkê şaş bû
Şaredarê MHPyî plakeya Mûsil û Kerkûkê derxist
Çavkaniyek bo Spûtnîkê: ‘Hem Bexda hem jî Hewlêr petrola Kerkûkê difiroşe’
Cîgirê Serokomar hişyarî da: Bila Haşdî Şabî neçe Kerkûkê
Etîketan:
Pêşmerge, Heşdî Şeibî, Xurmatû, Kerkûk
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de