03:41 14 Kanûn 2017
Zindî
    Balafir

    ‘Eger balafirên Iraqê ji bo êrişê rabin wê ji aliyê koalîsyonê ve werin xistin'

    © Sputnik/ Vitaliy Ankov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Endamê Parlamentoya Iraqê yê bi ser Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) Şaxewan Abdullah ragihand ku koalîsyona navneteweyî qada hewayî ya Kurdistanê girt.

    Şaxewan Abdullah di axaftina xwe ya K24ê de got: "Li Tuzxurmatûyê milîsên Haşdî Şabî ji aliyê hêza Pêşmerge ve hatin qewirandin. Milîsên ku pêşî hatin têk çûn li pey van jî gengaz bûn ku vegerin. Wesayîtên wan jî hatin rûxandin."

    Abdullah di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez bi fermandarên koalîsyona navneteweyî re axivîm. Koalîsyon ji tevgera artêşa Iraqê û rêxistina Haşdî Şabî aciz e û gotin ‘eger balafirên Iraqê ji bo êrişî rabin wê ji aliyê koalîsyonê ve werin xistin."

    Bi heman mijarî:

    Milîtanên DAIŞê bi çekên giran êrişî YPGê kirin: Di encama şer de 8 kes hatin kuştin
    Dîplomatê amerîkî: Milîsên Îranê êrişî Kerkûkê kirin
    Piştî şerê Pêşmerge û Haşdî Şabî Pentagonê daxuyaniyek belav kir
    Li Til Werdeya ku hat valakirin hêza Zêrevanî hat bicihkirin
    'Li Kerkûkê 12 milîsên Haşdî Şabî hatin kuştin û 7 wesayît jî hatin rûxandin'
    Etîketan:
    Haşdî Şabî, PDK, Şaxewan Abdullah, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de