17:59 13 Kanûn 2017
Zindî
    Leşkerên Artêşa Iraqê li Kerkûkê

    Hêzên Iraqê ber bi Kerkûkê ve dest bi tevgeriya leşkerî kirin

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ajansa Ewlehî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ber bi Kerkûkê ve dest bi tevgera leşkerî kirine.

    Ajansa Ewlehiyê li ser hesaba xwe yê twittirê diyar kir ku hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şebî ji aliyê Tazexurmato dest bi tevgera leşkerî kirine

    Herwiha daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku armanca tevgera leşkerî bîrên petrole û Baregeha Leşkerî ya Kê ku di bin kontrola Pêşmerge de ne bidest bixin e.

    NECMEDÎN KERÎM: DÊ EM BAJÊR BIPARÊZIN

    Waliyê Kerkukê Necmedîn Kerîm destnîşan kir ku dê Kerkûk radestî hêzên iraqî nekin û bangî welatiyan kir ku dakevin kolanan.

    KOSRET RESÛL BI HÊZEKE MEZIN GIHÎŞT KERKÛKÊ

    Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî bi hêzeke mezin ve gihîşte bajarê Kerkûkê û Hêzên Pêşmerge nûçeya kontrolkirina serbazgeha K 1 red kir.

    Fermandeyê Mêhwera Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: "Nûçeya dest bi ser de girtina serbazgeha K 1 ti esl û esasê wê nîne, em dê bi tundî bersiva her êrişekê bidin û her kes ku êrişî Kerkûkê bike, em dê bixin nava zibilxaneya dîrokê."

    Bi heman mijarî:

    Berpirsê Haşdî Şabî yê Xaneqînê hat kuştin û lîwaya 110 belav bû
    Rojnamevanekî kurd jiyana xwe ji dest da
    Lîberman: Em tenê jî dikarin li hemberî xerabiyên Îranê rawestin
    Hêzên Pêşmerge rê li ber milîsên Haşdî Şabî girt
    Muslim: Li Suriyê berjewendiyên pak yên Rûsya û yên qirêj yên Amerîka li dijî hev in.
    Etîketan:
    pêşmerge, leşker, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de