13:45 21 Hezîran 2018
Deriyê sînor

Zêbarî: YPG nahêle Tirkiye û Iraq deriyekî nû vekin

© REUTERS / Ibraheem Abu Mustafa
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Sererkanê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî diyar kir ku vekirina deriyekî nû û girtina deriyê Îbrahîm Xelîl di navbera Tirkiye û Iraqê de ne karekî hêsan e û got, YPG jî hemahengiya ligel Heşda Şeibî ya ji bo vekirina deriyeke nû red kiriye.

Li gorî nûçeyeke Rûdawê Sererkanê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî ragihand ku plana vekirina deriyekî alternatîf di navbera Tirkiye û Iraqê de hizreke kevin e û di serdema desthilata rejîma Bees de planeke wiha hebûye.

Zêbarî diyar kir ku ew bawer nake Tirkiye û Iraq karibin li ser plana vekirina deriyekî alternatîf biserkefin û got: "YPG bi xwe jî ew daxwaz red kiriye. Rêkeftina di navbera Îran, Tirkiye, Heşdî Şeibî û PKK, YPGê de ne tiştekî hêsan e û pir zehmet e. Tirkiye û Iraqê di serdema Seddam de hewl dan ku li Sihêla pirekê çêbikin lê pêşmerge nehişt. Niha jî bicîhanîna planeke wiha pir zehmet e."

Piştî referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Îran bi tundî li dijî Herêma Kurdistanê sekinîn. Ji ber vê yekê peywendiyên Hewlêr û Enqereyê û herwisa peywendiyên Hewlêr û Tehranê aloz bûn.

Tirkiye li dijî Herêma Kurdistanê gefa girtina derî dixwe û ji bo betalkirina Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl behsa vekirina deriyekî nû ligel Iraqê dike.

Bi heman mijarî:

Cîgirê Serokomarê Iraqê: Bila Barzanî û Ebadî bicivin
Barzanî û Serokomarê Iraqê ketin civînê
Rudskoy: Bêhtirî 1000 milîtan ji Iraqê derbasî Sûriyê bûn
Serfermandarê Artêşa Iraqê li ser rewşa piştî referandûmê û Kerkûkê axivî
'Hikûmeta Iraqê 48 saet mohlet dan Pêşmergeyan ji bo ji Kerkûkê vekişin'
Konseya Ewlehî: Hedefa Iraqê desteserkirina petrol, balafirxane û baregehên leşkerî ye
Etîketan:
deriyê sînor, Sererkanê berê yê Iraqê, YPG, Babekir Zêbarî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de