10:38 24 Çile 2018
Zindî
    Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm

    Kerîm: Kerkûk ji her kesî mezintir e, Pêşmerge rê nade ti kes derbas bibe

    © AFP 2018/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Êrişa li ser Kerkûkê (43)
    0 30

    Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, di civîneke rojnamevanî de li ser rewşa metirsîdar a Kerkûkê ku hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê amadekariya şer dikin axivî û got, “Kerkûk ji hemû kesî mezintir e, dê ti kes nikaribe derbasî bajêr bibe.”

    Necmedîn Kerîm ligel fermandeyê mihwera rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî derket pêşberî rojnamevanan û ragihand, "Hêzên pêşmerge li Kerkûk û hemû mihweran rê nade ti kes derbasî bajêr bibe û weke bajarên din me dît ku, çawa îşkenceya welatiyên sivîl dikirin."

    'GER REFERANDÛM NEBÛYA JÎ EV PLAN HER HEBÛ'

    Kerîm got, "Em ne ligel şer in, lê hêzên Pêşmerge bergiriya cihên giring dikin û dê aştî û biratiya pêkvejiyana bajêr biparêzin."

    Parêzgarê Kerkûkê li ser betalkirina erka xwe ji aliyê hikûmeta Iraqê ve jî destnîşan kir û got, "Ez naxwazim vê bikim babet ji ber ku, Kerkûk ji hemû kesî mezintir e. Tişta ku niha rû dide pilaneke û ne ji ber referandumê ye..Ger referendum heba yan jî neba ew plan her hebû û bajarê Xurmatû jî baştirîn nimûne ye."

    Mijar:
    Êrişa li ser Kerkûkê (43)

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyê Mayadîn bi temamî kontrol kir
    Hikûmeta Sûriyê bo Tirkiyê: Derhal hêzên xwe vekişînin
    Hevpeymaniyê rizgarkirina Reqayê piştrast nekir
    Keça Êzidî ya hatibû revandin ji Spûtnîkê re axivî: 12 caran hatim firotin
    ‘Ebû Azraîl’: Hin fermandarên Heşdî Şebî li dijî xwînrijandina Kurdan derketin
    Serokwezîrê Tirkiyê: Ev gel ti carî destûra avakarina dewletê nade
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de