19:01 22 Çile 2018
Zindî
    Keça Êzidî ya ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin

    Keça Êzidî ya hatibû revandin ji Spûtnîkê re axivî: 12 caran hatim firotin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 04

    Keça Êzîdî ya bi navê N.M. ya ku li Musilê ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin û niha li kampa penaberan a nêzî Duhokê dimîne serpêhatiyên xwe ji Sputnikê re vegotin.

    Hikmet Durgun

    N.M. got ku, ew ji terefê DAIŞiyan ve 12 caran hatiye firotin û gelek caran rastî lêdan, destdirêjî û tecavûzê hatiye. N.M dibêje ku hê jî 3 birayên û 15 nasên wê di destê DAIŞê de ne.

    HSD / Reqa
    © REUTERS/ Zohra Bensemra
    'KEÇEKE 17 SALÎ SERJÊKIRIN'

    N.M. ji ber tirsa DAIŞê nahêle ku navê wê bê zanîn û rûyê bê xuyakirin wiha diaxive, "Dema ku DAIŞê êrîşî bire ser Şingal û derdorên wê me hewil da em ji wir birêvin lê li herêma Sinonê DAIŞiyan em desteser kirin. Pêşî me birine herêma Şilomê. Li vir gelek mêrên Êzîdî li ber çavê me kuştin. Duvre me birine Şingalê. Di pey Şingalê re em birine Telaferê, li wir ji me xwestin ku em bibine Misilman ya na em dê bêne kuştin an jî bêne firotin. Keçeke 17 salî ya ku nexwest bibe Misilman şerjêkirin. Dûvre em birine Mûsilê. Tevî min bo 3 keçên Êzîdî pişk avêtin û li zilamên DAIŞiyan hatine parvekirin.

    Keça Êzidî ya ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin ji Spûtnîkê re behsa serpêhatiyên xwe kir
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Keça Êzidî ya ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin ji Spûtnîkê re behsa serpêhatiyên xwe kir

    'EZ KIRIM JINA SISIYAN Û GELEK CARAN TECAWUZ KIR'

    Milîtanê DAIŞê Ebu Zennun min firote milîtanekî din yê bi navê Ebu Ebdulhesit. 2 jinên wî hebûn, ez bûm ya sisiyan, wi gelek caran tecavûz û îşkence li min kir. Herwiha karên xwe bi min kirin. Peyre Ebu Ebdulhesit min bi 40 hezar dînarî firote Ebu Elakê Mûsilî. 6 mehan jî li ba wî mam. Wî jî gelek tehde li min kir, tecavûzî min kir. Ebu Elakê Mûsilî min firoye Ebu Suleyman, Ebû Suleyman min firote Ebu Faysal. Ebu Faysal min firote Ebû Bedir e. Ebû Bedir jî bi heman awayî li min tahde û tecavûz kir.

    KEÇA ÊZÎDÎ ÇEND CARÊN DIN JÎ DANE MILÎTANÊN DAIŞÊ

    Ebû Bedir ji min re digot, "Ez çi bi te bikim helal e. Her tişt ji me re helal e. Ez 8 mehan li ba wî mam. Di bombebaraneke de ew mir. Bi wesiyeta xwe min da Ebu Ali Reşit. Rojekê li ba wî mam. Wî jî tiştê nemayî anî serê min. Wî min firote Ebû Nişvan. Dema Nişvan cehimî û mir, min dane milîtanê bi navê Hemed. Piştî Hemed ez bûme êsîra Ebu Tebarik. Wî jî bi zorê bi min re raza, li min dida û tecavûzî min kir.

    'DEMA OPERASYONA LEŞKERAN REVIYAM'

    4ê Tîrmeha 2017an dema ku Artêşa Iraqê operasyon kir, ez reviyam. Leşkeran agahî dane bavê min, bavê min hat, min wergirt. Ez wisa rizgar bûm. Ez rizgar bûm lê ez hîn bûm ku hêj agahî ji birayên min tune.

    '12 CARAN HATIM FIROTIN'

    N.M. bi kelogirî ji Sputnikê diaxive, "Ez 3 salan di destê milîtanên DAIŞê de mam. 12 caran hatime firotin û bêhejmar rastî destdirêjî, îşkence û tecavûzê hatim, tiştên nedîtî nebînayî hatine serê min. Ji hingî ve xew nakeve çavê min û li birayên xwe yên dîl difikirim."

    Bi heman mijarî:

    ‘Ebû Azraîl’: Hin fermandarên Heşdî Şebî li dijî xwînrijandina Kurdan derketin
    Serokwezîrê Tirkiyê: Ev gel ti carî destûra avakarina dewletê nade
    Naveroka nameya Tillerson ya bo Barzanî hat eşkerekirin: Dibe ku referandûmê nas bikin!
    Li gor CNNê, di mudaxaleya hilbijartinên DYAyê de Pokemonan alîkarîya Rûsyayê kirîye
    Ji artêşa Iraqê belavoka Kerkûkê: Em li benda fermanê ne ku bikevin bajêr
    Leşkerên Amerîkî di şerê muhtemel ên bi Rûsyayê re mezintirîn astengiya eşkere kir
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de