04:42 19 Çile 2018
Zindî
    Kerkûk

    Ji artêşa Iraqê belavoka Kerkûkê: Em li benda fermanê ne ku bikevin bajêr

    Sputnik
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 03

    Spûtnîkê belavokên ku balafirên Artêşa Iraqê li ser Kerûkê belav kirine bi dest xist ku di wan de bangî xelkê Kerkûkê dike ku dûrî navendên partiyan biçin û çekan hilnergirin û hişyariyê dide ku dê di demeke nêzîk de êrîş bikin.

    Belavoka li ser navê Hêzên Ewlekariya Iraqê hatiye weşandin û tê de wiha hatiye gotin: "Hêzên Iraqê di rizgarkirina bajaran de berdewam in."

    Banga Artêşa Iraqê li niştîcihên Kerkûkê
    © Sputnik/ Osman Başqalî
    Banga Artêşa Iraqê li niştîcihên Kerkûkê

    Peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê yek ji wan belavokan ji welatiyekî Kerkûkê bi dest xist.

    Belavoka ku Spûtnîkê bi dest xistiye wiha dewam kiriye:

    "We gelekî sebir kir û êdî dem hatiye ku êşa we kişandiye bi dawî bibe. Hêzên me yên qehreman rê li ber wan çeteyan teng kiriye ku pereyan gelî û petrolê didizin û dest datînin ser axa xelkê û destûra Iraqê bin pê dikin û herwiha kuştin û talanê dikin."

    "ÇEKAN HILNNEGIRIN"

    Hêzên iraqî di belavokê destnîşan kir ku li bendî fermanên ne daku êrîş bikin û wiha dewam kir: Tenê ferman maye daku em têkevin bajarê we yê hêja. Her kêlîkê dibe ku em têkevin bajarî. Ji bo hû canê xwe biparêzin dûrî biryargeh û navendên partiyan biçin û çekan hilnegirin û hevkariyê bi me re bikin ku em jiyanê li bajarî dîsa asayî bikin."

    Di dawiyê de hat îdiakirin ku "Hêzên Pêşmerge ji aliyê derûnî û madî ve têk çûye û hawara xwe dibin hikûmeta navendî."

     

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    Necmedîn Kerîm bang li gelê Kerkûkê kir: Teqe nekin!
    Encamên destpêkê yên beşdariyê û dengê 'belê' li Kerkûkê û herêmên din
    Parlementoya Iraqê destûr da Ebadî ku hêzên leşkerî bişîne Kerkûkê
    Kerîm ji Spûtnîkê re: Hêzên kurdî dê nehêlin Artêşa Iraqê têkeve Kerkûkê
    Kerîm: Ti hikmê Ebadî û Cibûrî li ser Kerkûkê tuneye
    Fermandarê Pêşmergeyan: Kî êrîşî Kerkûkê bike em dê bersivê bidinê
    Barzanî li Kerkûkê bi fermandarên hêzên Pêşmerge re civiya
    Etîketan:
    HÊzên Iraqê, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de